12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesên bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Kesên ku duh di serdegirtina malan de bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin hatin berdan.

Duh li navçeya Gever a Colemêrgê, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” zarokên bi navê D.K (15) û A.Y. (16) û ciwanên bi navê Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal, Ûgûr Şedal û Mûstafa Bor bi îşkenceyê binçav kiribûn. Piştre wêneyên îşkenceya ku li ciwanê bi navê Mûstafa Bor ê hatibû kirin derketibûn holê.

Duh bi şev îfadegirtina her heft kesan li Miduriyeta Polîsan a Geverê dest pê kir. Piştî wergirtina îfadeyê ciwanê bi navê Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal û Ûgûr Şedal hatin berdan. Her du zarok û Mûstafa Bor ê wêneyên wî yên lêdanê derketin holê jî piştî wergirtina îfadeyê ya li Serdozgeriya Komarê ya Geverê hatin berdan.