spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çapemeniya alman: Wê Erdogan li ser xeteke nerm nemeşe

Di çapemeniya alman de ku hilbijartina Recep Tayyîp Erdogan hate nirxandin, hate destnîşankirin ku Erdogan wê li ser xeteke nerm nemeşe.

Di şîroveyeke Frankfûrter Rûndschaû de ku yek ji rojnameyên sereke yên Almanyayê ye, hate ragihandin ku Erdogan dixwaze vê atmsofera neteweperest, Îslamî derbasî hilbijartinên sala bê jî bike. Di şîroveyê de hate gotin, “Piştî serketina Erdogan a di hilbijartinê de beriya ku kar baş bibin, wê nebaş bibin. Ji ber ku Serokkomarê jinûve hate hilbijartin di dema kampanya xwe de negot bê wê pirsgirêkên welêt çawa çareser bike.

Erdogan bi soz û derewên neteweperest û alîgirên xwe yên Îslamî karîbû bikeve nava liv û tevgerê. Lê belê negot bê wê çawa enflasyona dibeze rawestîne, rewşa aboriyê ya nebaş çawa sererast bike û malên li herêma erdhejê çawa ava bike. Li şûna van kêmasiyan heta niha tenê diyariyên hilbijartinê belav kir û bala mirovan kişand ser aliyekî cuda. Lê belê ji ber ku çavkaniyên malî yên dewletê hatin talankirin, ev çavkanî jî çikand. Ji ber ku kesî bersiva van ji wî nexwest, êvara ku bi ser ket, ji bo hilbijartina bê kampanya da destpêkirin. Ji bo hilbijartinên xwecihî yên sala bê, dixwaze li Stenbol û Enqereyê qezenç bike. Li gel vê yekê dixwaze atmosfera heyî li dijî hevrikên xwe yên siyasî yên heyî bi kar bîne. Ev jî nîşaneyeke erênî nîne.”

Dibe ku Ewropa li dijî Tirkiyeyê bêhtir hişk bibe

Rojnameya Stûttgarter Nachrîchten jî ragihand ku Erdogan dikare polîtîkayên hîn bêhtir tund bimeşîne, di heman demê de Ewropa jî kare heman helwesta li hemberî Qatar an jî Erebistana Sûidî nîşan da, li dijî Tirkiyeyê jî nîşan bide.

Di şîroveyê de hate gotin, “Yên ku li bendê bin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan piştî serketina hilbijartinê xeteke hîn nerm bişopîne, dibe ku bendewariya wan têk biçe” û diyar kir ku Erdogan di şeva hilbijartinê de jî nîşan da ku wê li hemberî hevrikên xwe yên siyasî hîn tund be.

Danûstandinên bi Yekitiya Ewropayê re divê bên rawestandin

Di şîroveya Pforzheîmer Zeîtûngê de jî hate destnîşankirin ku danûstandinên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê êdî divê bêne bidawîkirin û hate gotin, “Mîna ku fikar tê kirin, Erdogan wê otokrasiyê li welêt belav bike û polîtîkaya pere û aboriyê ya şaş a ku mirovan xizan dike dewam bike. Wê rewş hîn zehmet bibe. Li gel vê yekê banga lîderê Partiya Gel a Ewropayê Manfred Weber a ji bo bidawîkirina danûstandinên Tirkiyeyê yên ji bo endametiya bi Yekîtiya Ewropayê re, şaşitî ye. Her kes zane ku bi Erdogan re endametiya Yekîtiya Ewropayê xapandine. Lê belê dawîanîna danûstandinên bi Tirkiyeyê re ku Erdogan navbeynkariyê bi Moskovayê re dike, wê Tirkiyeyê hîn bêhtir ji Ewropayê dûr bixîne. Ev yek di heman demê de wê ji bo wan tirkên deng li dijî Erdogan dane jî bibe nîşaneyeke hilweşîner.”