6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên Mexmûrê bûne hêz û xemla berxwedanê

Berxwedana xelkê wargeha Mexmûrê di roja 11’an de bê navber dewam dike. Tevî dayik, ciwan û jinan, zarokên Mexmûrê jî xemlek din a ciwan ya berxwedanê ne

Tovên berxwedanê ku di koka gelê Botanê de heyî, di dil û mejiyê zarokên wan de jî şîn bûye. Zarokên wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku bi vê berxwedanê mezin bûne, îro li warê berxwedanê, Mexmûrê hêviyên ji xwe mezintir hembêz dikin. Li gel dayik û bavên xwe, di destên wan de hêviyên azadiyê û li ser lêvên wan dirûşm û stranên azadiyê, di konên berxwedanê de li berxwe didin.

Di konên berxwedanê de xwedî li îradeya xwe derdikevin

Ji 20’ê Gulanê ve ango 11 rojin ku Artêşa Iraqê hewla bi têlan û kuleyan dorpêçkirina wargeha penaberan a Mexmûrê dide. Xelkê Mexmûrê bi gotina ku tam cihê xwe bigire, ji heft salî heta heftê salî, 11 rojin di konên berxwedanê de xwedî li îradeya xwe derdikeve û teslîmiyetê qebûl nake. Doh bi şev jî xelkê wargehê di konên berxwedanê de nobedê girtin. Xemla zarokên penaber, cihek din ê kêfxweşiyê ye. Zarokên penaber bi stranên xwe coşek mezin didin berxwedanê.

Berxwedana ku bi salane tê mezinkirin, îro di çavê zarokên li konê berxwedanê de tê dîtin. Di stran, dirûşm, ken û hêviyên wan de tê dîtin. Zarokên ku bi destê dayikên xwe girtî, bi rûkeniyek zelal berê xwe didin konên berxwedanê. Bi dirûşma ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ hêz didin têkosîna dayîk û bavên xwe .

Di destên wan de hêviyên azadiyê, li ser lêvên wan dirûşm û stranên berxwedanê, kêlî bi kêlî çanda berxwedaniyê pêş de dibin. Zarokên wargehê, hêviyên ji xwe mezintir hembêz dikin. Weke ku zarokên warê Berxwedanê Mexmûrê bi xwe dibêjin, bi zarokên penaber mabe, ev berxwedan wê berdewam bike.