spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KNK dê Lozanê kongreyeke neteweyî li dar bixe

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Şoreş Xidir da zanîn ku wê di 22-24’ê tîrmehê de li Lozanê kongreyeke neteweyî li dar bixin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) dê bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê,  bi tevlêbûna hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozanê Swîsreyê, kongreyeke neteweyî û mezin li dar bixe. Li ser vê mijarê endamê KNK’ê Şoreş Xidir ji Rojnewsê re axivî.

Şoreş Xidir da zanîn ku Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên li hemberî neteweya kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirin e. Şoreş Xidir got ku di salvegera sedsaliya vê peymanê de, dem hatiye ku kurd li dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.

Xidir destnîşankir ku KNK projeyeke neteweyî û nîştimanî weke erkeke xwe dizane û wiha dom kir: “Bivê armancê em dixwazin di 22-24’ê tîrmeha 2023’yan de li bajarê Lozanê kongreyeke neteweyî ku pêkhateyên her çar parçeyên Kurdistanê tev lê bibin, li dar bixin. Ji bo ku ev kongre bikeve rojevê, li ser asta her çar parçeyên Kurdistan û derveyî welat, wê xebat bên meşandin. Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamosteyên zanîngehê dikin ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”

Di dawiyê de endamê KNK’ê Şoreş Xidir ragihand ku ew ê bi alîkariya hemû kes û partiyên siyasî yên di nava KNK’ê de hemû astengiyan ji holê rakin û got; “Hêvîdar im em ê bikarin encamek baş bidest bixin.”