6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

8’ê Adarê jin li cihê erdhejê ne

Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê jinan bi boneya 8’ê Adarê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê daxuyanî dan. Jinan gotin:"Em ê jiyanê ji nû ve ava bikin."

Jinên ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li navçeya Îslahiye ya Dîlokê li ber Navenda Koordînasyona Krîzê daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan û Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Sosyalîst a Kesên Çewisandî (ESP) Beycan Taşkiran û gelek nûnerên partî û rêxistinên civaka sivîl li çalakiyê bûn.

‘Em ê jiyanê ji nû de ava bikin’

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Beybûn Aslan, da zanîn ku ji ber erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê ew bi xemgînî û bi hêrseke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û got:”Mixabin polîtîka li ser dijminatiya li dijî jinên kurd û şer hatine avakirin. Sedema ku encamên erdhejê ewqas giran bûn, rastiya şer a heyî ye.”

Beybûnê bi lêv kir ku di şerê li dijî civakê de dîsa jêderkên civakê tên bikaranîn û wiha got:”Loma di rojên felaketê de hewldanên kapîtalîst çêbûn. Hişmendiya serdest, baviksalarî û ya bi hezaran kes qetil kir di vê pêvajoyê de di bin kavilan de ma. Lê em ê jiyanê ji nû de ava bikin.”

‘Em ê vê 8’ê Adarê têkoşînê geş bikin’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ji roja yekem a erdhejê û vir ve, ew alîkariyê didin mexdûrên erdhejê û wê di pêvajoya pêşiya me de, piştevaniyê mezin bikin. Beştaş bi bîr xist ku desthilatdariyê bi erdehejê re Rewşa Awarte ragihand û bal kişand ku desthilatdarî hewl dide erdhejê jî ji bo xwe veguherîne firsendekê.

Beştaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê vê 8’ê Adarê têkoşînê geş bikin û li herêmên erdhejê pêşwazî dikin. Em ê ji bo sivik kirina vê êşê, tişta ku ji destê me tê wê bikin.”

Piştî daxuyaniyê jinan alavên pêdiviyê amade kirin û li kamyonetan bar kirin.