28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Muftuoglu: 8’ê Adarê nîşan da ku Newroza îsal  dê bibe Newroza serhildanê

Di pêşengiya TJA, Meclîsa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan de li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê 8’ê Adarê bi girseyî hat pîrozkirin. Li Kurdistanê di serî de li Wan, Silopiya, Êlih, Colemêrg, Dêrsim, Amed, Kobanê, Hesekê, Qamişlo, Mexmûr, Silêmaniyê û li Tirkiyeyê jî li Enqere, Stenbol, Îzmir û gelek navendên din jin bi hişyariya “Dem dema azadiya jinan e” û dirûşma “Jin Jiyan Azadî” daketin kolanan û daxwazên xwe anîn ziman.  Li Wan, Amed, Sîlopî û Êlihê li gel astengî û bendên polîsan, jin dîsa herikîn qadan û bendên polîsan derbas kirin. Jinan tevî hemû astengiyan li berxwedan û bi coşek mezin roja xwe pîroz kirin. Li Îstasyona Amedê jî 8’ê Adarê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Têkildarî mîtînga 8’ê Adarê ya Amedê Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû ku mîtîng şopand çavderiyê xwe bi mere parve kir. Muftuoglu, anî ziman ku 8’ê Adarê her sal gav bi gav mezin û berfirehtir dibe û wiha got: “Jin li Amed her sal hêrs û berxwedana xwe li qadê dide nişandan. Amed bajarekî taybet e. Ji ber vê yekê polîtîkayên li dijî Amedê pêş dikevin jî cuda ne. Her çiqas çapemenî meşa Stenbolê ya femînîzmê nîşan bide jî li Amed, Wan, Elih, Nisaybîn û bajarên din ên Kurdistanê serhildana jinan xurt bûn.

3 mijar derketin pêş

Muftuoglû bal kişand ser  peyamên ku li qada Îstasyonê derketin pêş û wiha axivî: “Li Qada Îstasyonê 3 mijar derketin pêş. Mijarek rewşa jinên girtî bû. Jinên siyasetmedar îro girtî ne. Ev polîtîka nişanî me dide ku vîna jinan tune tê hêsibandin. Me di 8’ê Adarê de dît ku jin li dijî vê polîtîkayê xwedî helwestin. Mijara din Nobeda Edaletê bû. Jinan bal kişandin ser çalakiya Malbata Emîne Şenyaşar û malbatên girtiyên nexweş. Malbatên girtiyên nexweş li Amed, Wan û Îzmirê çalakiyên Nobeda Edaletê berdewam dikin. Mijara seyemîn ku li qadê derket pêş jî peyama der barê Aysel Tugluk, Garîbe Gezer û Denîz Poyraz bû. Jinên li qadê ji bo Aysel Tugluk gotin ‘Bîra me ye’. Diyar kirin ku Garîbe Gezer li dijî zext û zilma girtigehan bûye sembola berxwedanê.”

Jinan li dijî tecridê hêrsa xwe anîn ziman

Muftuoglû bal kişand ser peyama jinan a der barê tecrîdê û wiha berdewam kir: “Polîsan di mîtînga Amedê de jin dorpêç  kirin û xwastin wan tecrîd bikin. Lê jinan ev dorpêç û daxwaza tecrîdê şikand. Helwesta dorpêç û tecrîda li qadê girêdayî polîtîkayên tecrîda li Îmraliyê ye. Jinan bi sekna xwe li dijî tecrîdê anîn ziman.”

Peyama azadiyê dan

Dîcle Muftuoglû da zanîn ku jinan li qadê daxwaza maf û azadiyê kirin û wiha lê zêde kir: “Hişyariya îsal ‘Dem Dema Azadiya Jinan’ bû. Jin bi vê hişyariyê tev li şahiyan bûn. Rexistinên jinên kurd, bi hişyara ‘Sadsala 21’emîn dê bibe sala jinan’ daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.”

Agirê Newrozê di 8’ê Adarê de pêxistin

Muftuoglû herî dawî  anî ziman ku jinan agirê Newroza îsal bi 8’ê Adarê pêxistin û got: “Jinan bi seknek xurt nîşan dan ku dê 21’ê Adarê  bi coşek mezintir pîroz bikin. Îsal Newrozê dê bi şiyara ‘Dem Dema Serkeftînê ye’ li her derê bê pîrozkirin. Ev nîşanî me dide ku îsal dê Newroz bi ruhê serhildanê derbas bibe.”