spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li Ukraynayê dê aloziyeke mezin bîne Rojhilata Navîn

Bankaya Navnetewî ji bo êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û tevliheviya ku bi xwe re aniye hişyarî da û got ku dibe aloziya li Ukraynayê bandoreke mezin li ser xureka Rojhilata Navîn bike. Der barê mijarê de rêvebera aborînasên Bankaya Navnetewî Carmen M. Reinhart wiha got: “Ji ber êrîşên Rûsyayê ên li dijî Ukraynayê buhayê petrolê û xurekan zêde bûye û ew yek dê bandoreke mezin li ser Rojhilata Navîn û Afrîkayê bike.

Sibê bi mêvandariya Almanyayê Wezîrê Çandiniyê yê welatên G7 li ser tora internetê civînekê li dar dixin. Civîn der barê pergala xurekan û metirsiyên ku bi xwe re tîne dê were lidarxistin.

Reinhart di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa Reuters’ê re ev metirsiya kêmbûna xurekan û bandora şerê li Ukraynayê  aniye ziman û wiha gotiye: “ Dê ev şer bandoreke mezin li ser pergala xurekan ya Rojhilata navîn û Afrîkayê bike ku berê ewlekariya pergala xurekan li wan welatan bêewle ye.”

Wekî tê zanîn di sala 2010’an de nerazîbûnên gelên herêmê zêde bûbûn û di encamê de xwepêşandanên mezin û nerazîbûn li Tunisê dest pê kirin û paşê jî li Lîbya, Misir, Yemen, Sûriye û Lîbayayê belav bû.

Lewre dibe ku ev zêdebûna buhayên xurekan dîsa hin tevlihevî û aloziyên mezin ên wekî salên 2007 û heta 2011’an bi xwe re bîne. Di wê demê de tevliheviyên mezin ên li 40 welatan pêk hatin bi sedema buhabûna madeyên xurekan bûn.

Heftiya borî Bankaya Navnetewî dabû xuyakirin ku şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê tê kirin, dibe ku bibe sedema aloziyên mezin bi taybetî jî li Rojhilata Navîn û Afrîkayê ku berê li wan welatan pergala xurekan ne bi ewle ye.