30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora adarê ya DFG’ê: 6 rojnameger hatin biçavkirin

Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), rapora xwe ya “Binpêkirina Mafên Rojnamegeran” a meha adarê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin di meha adarê de jî êrîşî azadiya çapameniyê hatiye kiri, rojnameger hedef hatine nîşandan û ev nirxand hat kirin: “Armanca bingehîn a hedefnîşandina rojnamegeran girtina çav û guhê gel e. Desthilat dixwaze dîtin û bihîstina rastiyan a civakê asteng bike. Çavkaniya zextên li ser rojnamegeran, desthilat bixwe ye.”

Daxwaza berdana rojnamegeran

Di berdewama raporê de berdana rojnamerên ku di doza avêtina ji helîkopterê de girtî bûn hat bibîrxisin û hat xwestin ku hemû rojnamegerên girtî bên berdan û zextên li ser rojnamegeran bên bi dawî bibin.

Li gorî raporê, di meha adarê de rojnamegerek hatiye kuştin; 6 rojnameger hatine binçavkirin; li 11 rojnamegeran ceza hatiye birîn û dozên 106 rojnamegeran didomin.

Hemû binpêkirinên mafên rojnamegeran wiha hatine rêzkirin:

* Rojnamegerên hatine binçavkirin: 6

* Rojnamegerên êrîş li wan hatine kirin: 1

* Rojnamegerên hatine kuştin: 1

* Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin: 3 bûyer

* Rojnamegerên der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 2

* Rojnamegerên ceza li wan hatiye birîn: Li 11 rojnamegeran 29 sal û 6 meh û 16 roj cezayê girtîgehê û 14 hezar û 80 TL cezayê pere hatiye birîn.

* Rojnamegerên darizandina wan didome: 36 dosya û 106 rojnameger

* Rojnameyên ku cezayê îlan û reklaman li wan hatiye birîn: 2 rojname û 7 roj ceza

* Cezayên RTUK’ê: 2 TV û 4 ceza

* Astengkirina malperên înternetê: 120 nûçe û 2 malperên înternetê

* Hejmara rojnamegerên girtî (heta 6’ê nîsan 2021’an): 76