19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê nexweşxane şewitî, gelek nexweşan jiyana xwe ji dest dan

Şevê din li nexweşxaneya El-Îmam Hisên a parêzgeha Zîqarê ya Iraqê şewat derket. Li vê nexweşxaneyê nexweşên ku bi şewba koronayê ketine hatibûn bicihkirin. Piştî derketina şewatê tavilê tîmên agirkujiyê mudaxeleyî şewatê kirin. Lê ji ber ku şewateke dijwar bû temirandina wê zehmet bû. Bi alîkariya welatiyan agir hat vemirandin û mirî û birîndar ji hundir hatin derxistin.

Li gorî agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest da. Lê hejmara birîndaran nehat tespîtkirin. Li gorî hin çavkaniyan jî 63 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî şewatê Serokwezîr Mistefa Kazimî çû parêzgeha Nasiriyê û bi hêzên ewlekariyê re civînek çêkir. Wekî encama civînê biryar hat girtin ku komîsyoneke lêpirsînê bê avakirin. Her wiha li ser biryara Kazimî midûrê Tenduristiya Zîqarê, midûrê Nexweşxaneya El-Îmam Hisên û midûrê beşa agirkujiyê ya Zîqarê ji kar dûr xist û der barê wan de lêpirsîn dan destpêkiirin.

Li navenda parêzgeha Zîqarê piştî şewatê welatiyan xwepêşandan li dar xist û dirûşmên mîna “Şoreş ya Elî” berz kirin û li dijî partiyên siyasî nerazîbûnên xwe anîn ziman. Pêşandaran xwe zeft nekirin û seyareya midûrê asayîşa Zîqarê jî şewitandin.

Berî niha jî li Nexweşxaneya Bîn Xetîp a Nasiriyê şewat derketibû û di encama şewatê de 82 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 110 kes jî birîndar filitîbûn.