19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Reqayê li dijî Tirkiyê meşiyan

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê xwepêşandanek li dar xist û êrîş û kiryarên Tirkiyeyê şermezar kir.

Jin li pêşiya Yarîgeha Ewlekariya Hundirîn a li navarasta Reqayê kom bûn. Jinan pankartên “Ka wijdanê navneteweyî li hemberî sûcên Erdogan ên li dijî jinên Rojhilata Navîn”, “Na ji dagirkeriya Tirk li Sûriye, Iraq û Lîbyayê re” rakirin. Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî a li bajêr ve meşiyan. Jinan bang li hêzên navdewletî kir û xwest li dijî kiryarên Tirkiyeyê bêdeng neminin.

Xwepêşandan li Yarîgeha Beledî veguheî mitîngê. Li ser navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad Ehmed axivî û wiha got:  “Dewleta Tirk û welatên hevrik şer û fitneyê derdixin da ku armancên xwe pêk bînin. Derdê wan ew e ku herêmên din ên Sûriyê dagir bikin, ew bi xemsarî gelan qir dikin.”

Itîmad di axaftina xwe de bal kişand ser kuştin jinên têkoşer wekî Sosin, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind, Saide û gelek jinên din ku mohra xwe li dîrokê xistin û dilsoziya xwe bi wan jinan re nîşan da.

Girseyê herî dawî dirûşmeyên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav dikin berz kirin û belav bûn.