27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Her dengek dê bibe henaseya rizgariyê

Leyla Lorîn

Li Efrîna hatiye dagirkirin, roj nîne ku ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve şêniyên herêmê neyên revandin ango qetilkirin. Em her roj bi nûçeyên revandina xelkê gund û navçeyên Efrînê radibin û rûdinên. Bi taybetî jî revandina jinan; xwe kuştinên jinan û îşkencekirina mirovan di rojeva sereke de cih digire. Tu guman tune ye ku ev encama polîtîkayên dewletên zilhêz e. Her ku diçe rewşa şêniyên Efrînê kambaxtir dibe. Ji ber ku komên girêdayî dewleta tirk, li gorî siyaset û planên dewletên hegemon ên cîhanî û herêmî van destdirêjî, zimandirêjiyan dikin. Em dizanin ku destên wan hêzan di dagirkirina Efrînê de hebû. Ne pêkan e ku bikaribin dengê xwe li ber van sûc û kiryaran bilind bikin. Lewma tişta ne li gorî berjewendiya wan be, tu carî xwe tehl nakin; ew dixwazin her li ba hev şîrîn bixuyên…

Dewletên zilhêz li gorî hesap û berjewendiyên xwe ku Rojhilata Navîn û Kurdistan xistine gola xwînê, rê li ber komên çete, artêşa dewleta tirk vedikin û li gorî kêfa xwe tevdigerin û êrîşan pêk tînin. Komkujî, tevkujî, sûc û kiryaran pêk tînin. Îca, îro li Efrîna dagirkirî bi destê dewleta tirk û komên girêdayî wê, demografiya herêmê tê guherandin, gundewarên şêniyên resen ên xwecihî tên desteserkirin. Ev polîtîka êdî bê hed û hesap têne kirin û bê sînor e. Mînak îşkencekirina mirovan, diziya darên zeytûnan, desteserkirina erd û milkê xelkê û her wiha bûne kiryarên ji rêzê. Dewleta tirk polîtîkaya ‘qirkirin û dagirkirina ax û bajarên kurdan helal û serbest e’ dide meşandin…

Li gorî agahiyên ku em rojane jî dibihîzîn, ji aliye komên girêdayî dewleta tirk ve gelek jin têne revandin û ji hêla komên tarî ve bê ser û şûn diçin. Çarenûsa van kesên têne revandin ne diyar e, kes nizane ku çi bi wan hatiye. Ji ber vê rewşa tarî, bitirs û hovane gelek jin ji bêçaretiyê xwe dikujin ango dixeniqînin. Bi hezaran jin jî di zindanên de, di bin tirsa tecawiz û kuştinê de tên girtin. Li ber çavên zarokên wan îşkence li wan tê kirin. Em dikarin bîbêjin ku sûcên herî mezin ên mirovahiyê, li dijî raman, bîr û bedena jinan tê meşandin…

Yek ji şahida van bûyeran Zukra Mihemed e ku demeke kin ji ber sextên komên çeteyan, bi malbata xwe ve ji Efrînê reviyane û xwe rizgar kirine û gihane Şehbayê. Zukra qala van sûc û kiryarên komên girêdayî dewleta tirk dike û wiha bi lêv dike: “Bi tu awayî komên çeteyan nahêlin şêniyên ji Efrînê, ji malên xwe derkevin. Ji ber wê yekê me gelek astengî dîtin, heta ku em ji Efrînê reviyan hatin. Di vê mehê de gelek jin hatin girtin û em nizanin ew bi ku derê ve birine. Di encama wan sûcan de, di vê mehê de du jinan dawî li jiyana xwe anîn û xwe kuştin. Her wiha komên çeteyên li Efrînê xwezûrê min li ber çavê malbatê qetil kirin.”
Tenê di vê di meha tebaxê de 196 mirov ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine revandin û çarenûsa van kesan bi tu awayî nayê zanîn. Her wiha rewşa 35 malbatan jî nayê zanîn. Di nava 195 mirovên hatine revandin de, 15’ê jê jin in û agahî ji wan nayê girtin. Rêxistin û saziyên kantona Efrînê ya Şehbayê, ji ber vê rewşa xeternak di nava hewldanan de ne ku agahiyeke ji van malbat û kesên hatine revandin bigirin. Ji ber ku ev sûcên tên kirin tev hatine belgekirin. Lê dinya li hemberî van sûcên li Efrînê tên kirin, kerr, kor û lal in.
Pêwîst e hemû jinên cîhanê, li dijî faşîzma qirker-dagirker ji bo rewşa Efrînê bêdeng nemînin. Her dengek û awazeke jinan, wê ji bo jinên di zindanên Efrînê de tên girtin, bibe henaseya rizgariya wan.