Li taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê, polisan di saetên derengiya şevê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de polisan piştî lêgerînên ku li malên wan pêk anîn welatiyên bi navê N.E. ve O.A. bi angaşta “endamtiya rêxistinê” binçav kirin. Hat diyarkirin ku polisan N.E. û O.A. birine Miduriyeta Polisan a Bajar a Mersînê.