5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Abdûlah Koç: Bi kemçeyan derxistina cenazeyan cînayet e

Parlementerê HDP’ê Abdûlah Koç diyar kir ku cenazeyên li herêma Semsûrê bi kemçeyan tên derxistin û wiha bertek nîşan da: “Bi kemçeyan derxistina cenazeyan, cînayet e.”

Cenazeyên di bin kavilên avahiyên Semsûrê de êdî bi kemçeyan tên derxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûlah Koç li ser medyaya civakî vîdeoyek parve kir û  da zanîn ku cenazeyên di bin Irabeyên Sîteya Yaşam Kent a li ser Cadeya 30 Agustosê bi kemçeyan tên derxistin û yekparetiya cenazeyan tê xirakirin.

 Nabe ku sax bin?

Koç, di vîdeoyê de wiha dibêje: “Xebatên li ser kavilan ên li Semsûrê berdewam in. Ya ku li vir tê kirin, xebata lêgerîn-rizgarkirinê nîn e. Rakirina kavilan a bi kemçeyan, cînayet e. Li vir cînayet tê kirin. Di mijara hiqûqa lêgerîn-rizgarkirinê ve jî berpirsyariyeke cidî heye. Ji ber ku hêj mirovên li wir dijîn hene. Hewldaneke li dijî mirovên dibe ku sax bin heye. Bi zanebûn bedenên mirovan tên parçekirin û ev yek di berpirsyariya dewletê de ye. Belkî jî mirovên tên derxistin sax bin. Domandina xebatan a bi vî awayî cînayet e. Banga min ji bo hemû hiqûqnas û malbatan e. Bila kesek dev ji vê bernede. Bila ji hêla hiqûqî ve têkoşîna xwe bidomînin. Dewletê peywira xwe binpê kiriye. Di bin kavilan de mirov hene. Me dengê wan bihîst. Bi rojan di bin kavilan de hatin hiştin. Niha jî cenazeyên gelek kesan bi kemçeyan tên derxistin.”