18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aboriya Tirkiyeyê ber bi ku ve diçe?

Nirxê lirayê Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şaş û keda erzan li hemberî dowîzan her roj rekorên cuda dişkîne. Lîrayê Tirkiyeyê ji destpêka dîroka xwe heta niha qet ewqas nirx wenda nekiriye. Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê tevî ku TL li hemberî dowîzan nirx wenda dike jî di nav 4 mehan de di faîza polîtîkayê de 500 baz puan daxist. Piştî daxistina faîzê kûra dolar ji 17’an (17.12.2021) jî derbas kir.

Lê hikûmeta AKP-MHP’ê bi israr dibêje ku di aboriya Tirkiyeyê de tişteke awarte tune ye. Ji ber vê baweriya xwe jî heta niha ji bo çareserkirina rewşa aboriyê tu gav neavêtine. Jixwe hikûmet bi vê hişmendiyê gav biavêje jî tu bandora xwe nîne û ev rastî di mudaxaleya Bankaya Navendî de jî derket holê.

Kûra dolar ji 17 derbas kir

Ji sala 2002’yan ango ji destpêka desthilatdariya AKP’ê heta niha di nirxê TL de kêmbûneke zêde heye. Di 2002’yan de kûra dolar 1,5 bû lê niha kûra dolar ji 17’an jî derbas kiriye. Ev rewş ji serî heta binî bandora xwe li jiyanê dike.
Nirxwendakirina TL gihiştiye asteke wisa ku êdî maliyeta hilberîna pereyê hesin ji nirxê wî zêdetir e. Çend roj berê xurdefiroşekî di dîmenekî de digot ‘Ev 2 hezar 500 TL’yê hesin ê nû ye. Em xurdeyan kom dikin me ev pereyê hesin jî bi 3 hezar û 400 TL’yê kirî. Wek hûn jî dibînin aboriya Tirkiyeyê hindik maye bifire.’ Ev gotinên xurdefiroş bi tena serê xwe rastiya aboriya Tirkiyeyê radixe ber çavan.

Etîket her roj diguherin

Ji ber nirxwendakirina TL her roj di bihayên tiştan de guhertin çêdibin. Di nav 3 mehên dawî de di bihayên gelek tiştan de herî kêm ji sedî 30-40 zem çêbû. Etîketên berheman her roj diguherin. Kesên ku diçin marketan ji ber buhayan nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Welatiyên Tirkiyeyê nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin lê ji ber ku TL li hemberî pereyên hemû dewletan nirx wenda dike, welatiyên wek Bûlgaristan, Îran, Azerbaycan û Yewnanistanê tên danûstandina xwe bi erzanî li vir dikin û vedigerin welatên xwe.
Tirkiyeyê ji bo hilberînê qet ramedanan nake û derfetên hilberînê ava nake. Malên ku li Tirkiyeyê hilberîna wan tên kirin jî madeyên wan ên sereke ji welatên derva li ser dowîzan tên standin. Niha ji ber di kirînê de tu qîmeta TL nemaye şirket nikarin tiştên ku qediyane bikirin. Girêdayê vê jî market û esnafên ku berhemên destê wan diqedin nikarin dewsa wan tije bikin. Lewma li ser van buhayên ku çêdibin êdî di refên marketan de cihê gelek berheman vikî vala ye.

Wateya zemê tune

Li aliyekî jiyan her diçe buha dibe lê li aliyê din mûçeyên kêmtirîn yên ku bi milyonan welatî pê debara xwe dikin tu guherîn çênabe. Berovajiyê vê mûçeyê kêmtirîn her diçe dihele. Qaşo bi zema ku hat kirin mûçeyê kêmtirîn kirin 4 hezar û 253 TL. Her çiqas mûçeyê kêmtirîn hezar û 428 TL zêde kiribin jî ev hezar û 428 TL li hemberî zêdebûna dolar tu sûd nade karkeran.

Dema di sala 2020’î de mûçeyê kêmtirîn zêdekirin, mûçeyê kêmtirîn 384 dolar dikir. Lê îro mûçeyê kêmtirîn tevê zema ku hatiye kirin tenê 250 dolar dike. Lewma hikûmet her çi qas bibêje me ji sedî 50 zem li ser mûçeyê kêmtirîn kiriye jî tu wateya vê zemê tune ye.