4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oxir be jina serhildêr a Kerboranê

Jina serhildêr a têkoşer, keça wêrek a Kerboranê, Garîbe Gezer bi serfirazî çû. Bi rebenî neçû, heyanî kêliya jiyana xwe ya dawiyê jî serî li ber zilmê neçemand, mineta kesî neanî ser xwe û bê minet çû. Xatir nexwest! Bi xîret tevgeriya. Bawerî bi hêza xwe anîbû; heyanî nefesa xwe ya dawiyê serê xwe li ber qesasan ne tewand; her tim xwest ku qêrîna serhilderiya wê bê bihîstin…

Garîbe Gezer, di girtîgihên dewletê de, di êvara 10’ê kanûnê de bi awayekî bi guman berpirsiyarên “qalekolên” girtîgehan agahî dan malbata Gezer û gotin ku ‘Garîbe întixar kiriye’! Li Tirkiyeyê her girtîgehek di statûya “qaleqolan” de hatiye avakirin. Di van “qaleqolan” de mecalê nadin ku mirov nefes bide û bistîne. Ewlehiya van “qaleqolan” ji hêla cenderme û qaşo gardiyanan ve tê girtin; lê rastî ji vê wêdetir e: Hêzên îstîxbarî yên taybet ên dewletê kengî kêfa dilê wan bixwaze di saetên nîvê şevê de bi ser qawişên girtiyên siyasî de digirin, wan derb dikin, heqeretê li wan dikin û alavên wan ên jiyanê desteser dikin. Nobedarên “qaleqolên” girtîgihan tenê ne gardiyan û canderme ne. Berpirsiyar/nobedar dewlet bi xwe ye. Dewlet berpirsiyarê ewlehiya tevahî girtiyên ku di nava pençê wê de rehîn digire. Girtiyên di girtîgihan de rehîn tên girtin berpirsiyarê wan tenê ne gardiyan in, rasterast dewlet berpirsiyar e.

Pergala girtîgehan

Kuştina girtiyên siyasî, bi pergalek sîstematîk/plankirî tê kirin. Li dijî girtiyên şoreşger, têkoşer konseptek nû di dewrê de ye. Mirovahiya pêşverû şahidên dîroka zindanên Tirkiyeyê ya sedsala borî ne. Ji ber çi dîroka zindana Amedê di bîra mirovahiyê de her zindî ye? Sedem înkar, zilm, zordariya dewletê ya sîstematîk a ku sedsala bîstan ji ber hovîtiya wê rêş-tarî bibû, dixwest di kesayeta şoreşgerên Kurdistanê de nasnameya neteweya gelekî bê tunekirin. Şoreşgerên zindana Amedê teslîm nebûn, diwarên ji zilma êşkenceyê hatibûn danîn bi berxwedana xwe rûxandin. Zilma zindana Amedê, îro li hemû girtîgehên Tirkiyeyê veguheriye makîneyeke îşkenceya pergalê. Bi gotineke din; îro li hemû girtîgihên Tirkiyeyê îşkence, tecawiz, heqaret, lêdan û kuştin aşkera li ber çavê dinyayê tê kirin. Li girtîgehan dîlên azadiyê rastî tecawizê tên û tên kuştin. Girtîgeh, bûne mekanên îşkencexaneyên modern.

Me Garîbe Gezer beriya bi demeke ku ji hêla gardiyanên jin ve hatibû tecawizkirin nûçeya der barê wê de bi rêya çapemeniyê bihîstibû. Nûçeya tecawizê ji hemû tecawizên ku heya wê rojê hatibûn bihîstin bandoreke cûdatir li jinan kiribû. Ferqa wê jî ev bû: Çawa dibe ku jinek, ji hêla jinan ve bê tecawizkirin? Çawa dibe ku jinek ji hêla jinan ve rastî destavêtinê bê? Bi tecawiza jinên gardiyan a Garîbe Gezer ve; “çawaniya nîqaşên destavêtinê” ber bi ciheke din ve qulibîn. Ev destavetina jinên gardiyan ku jiyana Garîbe xistin xeteriyeke mezin de, di raya giştî ya civaka jinan de rê ji nîqaş û fikarên nû re vekir! Sazî û rêxistinên jinan li hember vê êrîşa tecawizê helwest nîşan dan û bûn dengê Garîbe Gezer.
Pergala girtîgehan, encamên zîhniyeta zaliman e. Heger mirov bixwaze desthilata welatekî nas bike; bila li rewşa girtîgihên wî welatî meyzêne bes e. Lewma zindan; neynika desthilatdaran e. Polîtîkaya zindanan a desthilatdariyê, nêzîkatiya li civakê bi xwe ye.
Qêrîna Garîbe ya herî dawî di ruhê jinan de veguherî hêrsa ji qesasên jinan. Dewletê bi avetina manşeta rojnameya “Akît” a ku dibêje “terorîsteke din a di girtîhihê de dihat xwedîkirin, mir’ weşand, li xwe mikûr hat ku Garîbe bi destê rayadarên dewletê hatiye kuştin. Qesasê Garîbe Gezer, xwediyê malê ye; Garîbe di mala xwe de kuştin! Hewce nake ku em li cihê dûr qesasan bigerin… Garîbe heyanî kêliya jiyana xwe ya dawî bêxof têkoşiya; lê her kî qesasê wê bû, bêbext û tirsonek tevgeriya…

Em bi te serbilin in

Garîbe hawara xwe gihand derve û xwest bibe dengê hemû girtiyên li zindanan. Li hember teslîmyeta ku lê dihat ferzkirin, bi rik serî rakir û çong danenî. Ev sekna Garîbe dişîbe ya dayika wê Helîme. Dayik Helîme, li ser tabuta Garibe axaftin kir û got: “Ez dawedara îmana we me, ez ê îmana we ji ber we rakim, heqê we li min tune bû, we keça min kuşt, we keça min îşkence kir, keça min rastî tecawiza dewletê hat, ez ê hesabê keça xwe ji qesasan bibirsim.” Dayika Garîbe Helîme Gezer, bi vê sekna xwe destnîşan kir ku ew ê têkoşîna keça xwe li erdê nehêle û wê hesab ji kujerên Garîbe bipirse. Gotineke pêşiyên me heye; “teşiya ku dayik birêse, wê keç, fingêne jê bên”. Garîbe, ji dayika xwe fêrî çanda kurdewarî, welatperwerî û ezmûna têkoşîna jiyanê bûye; li hember hişmendiya mêtîngeran bi rik têkoşiya ye.

Erê me Garîbeya têkoşer, wêrek û berxwedêr winda kir; lê hawara wê di ruhê me de bû hinceta têkoşîneke hîn mezintir. Têkoşîn û berxwedana Garîbe Gezer li erdê namîne; wê li ser milê jinan, li her derê gurtir bibe. Oxir be jina bedew a Serhildêr û bixîret a Kerboranê; em bi te serbilind in…