5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xebatên ji bo vegera penaberên Sûriyeyê bê bingeh in

Nûnerê serokê Rûsyayê yê taybet ê Sûriyeyê Alexander Litvinenko der barê vegera penaberên Sûriyeyê de daxuyaniyên girîng dan. Alexander Litvinenko di daxuyaneke çapemeniyê de wiha got: “Di dema dawî de hevdîtinek di navbera heyeteke Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê de pêk hat. Civîn der barê vegera penaberên Sûriyeyê de bû. Li gorî me divê veger dest pê bike.”

Alexander Litvinenko li ser rewşa penaberan jî sekinî û wiha got: “Em ê hewl bidin ku bêtir bala cîhanê bikşînin ser mijara penaberan. Em dibînin ku hin pêşketin di vî warî de ji alî welatên Rojava ve hene. Hikûmeta Sûriyeyê jî hewl dide ku rewşê ji bo vegera penaberan baştir bike. Hewldan hene ku şert û mercên vegerê, li gorî ku her kes bikaribe vegere û li mala xwe bijî, tên kirin.”

Litvinenko  di dawiya axaftina xwe de xwest xaça sor a Navnetewî jî di vî warî de tiştê ku bikeve ser milê wê bike.

Lê di pratîkê de ew şert û mercên ku behsa wan tê kirin ne mumkine, di serî de ji ber ku rejîma Sûriyeyê di hemû lihevkirinên xwe yên berê de jî li gorî hişmendiya xwe ya beriya sala 2011’an tevdigere. Divê pêşî û beriya her tiştî guhertin di hişmendî û tevgerên rejîma Sûriyeyê de çêbibin.