2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘AFAD nehat, xizmên me gihiştin hawara me’

Mustafa Adilê erdhejzede diyar kir ku ew sax ji erdhejê xilas bûne lê lawê wî jiyana xwe ji dest daye û heke tîmeke pispor hebûya zarokê wan dê jiyana xwe ji dest neda û dê niha hebûya.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihan ji navçeya Elbistana Gurgumê rewşa dawî ya erdhejzedeyan parve kir. Li navçeya Elbistanê li gorî daneyên resmî 300 avahî hilweşiyane û 924 kesan canê xwe ji dest daye. Gelek birîndar di bin kavilan de li benda tîmên rizgarkirinê sekinînin lê ji ber derengmayînê jiyana xwe ji dest da. Gelek kesan jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da. Dilxwaz û xelk birînên xwe bixwe dipêçin.

Kesera wan giran e

Yek ji mexdûrên erdheja li Elbistanê Mustafa Adil hê jî ew êş û xema ku lawê wî jiyana xwe ji dest daye ji ser xwe neavêtiye. Adil anî ziman ku ew zar û zêçên xwe ji malê derketine lê belê di erdheja duyemîn de di bin kavilê avahiyê de mane û lawê wî yê du salî Alî di bin kavil de jiyana xwe ji dest daye. Adil destnîşan kir ku tîmên AFAD’ê negihîştine hawara wan û xizmên wî xwe gihandinê. Adil anî ziman ku ew bi saya xizmên xwe xilas bûne û got: “Heke tîmên AFAD’ê di dema xwe de bihatana û mudaxile bikirina dê niha lawê wî li jiyanê bûya. Wê lawê min nemira û wê niha hebûya.”

Adil behsa kêliya erdhejê kir û got ji ber vê êşa hatiye serê wan ji ber girî êdî hêsirên çavê wan jî nayên û wê vê karesatê tu carî ji bîr nekin. Adil diyar kir ku derûniya wan û zarokên wan xira bûye û ji ber vê yekê jî bo demekê çûne Antalyayê.