spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di felaketan de jî bi israr in ku Rêveberiya Xweser tengav bikin

Karesata ku li Sûriye û Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê rû da, rûyê rast ê dewleta tirk, hikumeta Şamê û Neteweyên Yekbûyî derxist holê. Her wiha asta hovîtî û isara wan a têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkere bûn.

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re hêzên derve destwerdan li herêmê kirin. Di serî de dewleta tirk destwerdan li herêmê kir û Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Her wiha tevahî deriyên sînor hatin girtin. Li aliyekî din hikumeta Şamê bi polîtîkayên xwe yên neberpirsyar herêmên di bin serweriya xwe de ji yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dike.

Deriyê bi hikûmeta Şamê re girtî ne

Di navbera herêmên hikumeta Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek derî hene. Deriyên Tebqa, Ebû Kehef (Tayihe) li Minbicê ne, deriyê Ebû Asî li Dêrazorê û deriyê Tebqa ya ji bo tevgera trafîkê.

Deriyên Tebqa û Ebû Kehef (Tayihe) yên Minbicê 20ʹê Adara 2021ʹan ji aliyê hikumeta Şamê ve hatin girtin. Ev derî ji bo bazirganî û tevgera trafîkê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên hikumeta Şamê de dihatin bikaranîn. Piştre deriyê Tebqayê ji bo rewşên mirovî hat vekirin, beşek biçûk a alîkariyên ku rêxistinên navneteweyî ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dişandin, di vî derî re derbasî herêmê dibûn. Deriyê sînor ê Til Koçerê sala 2020ʹî bi vetoya Rûsyayê hat girtin.

8ʹê Sibatê, an ku piştî erdhejê, Rêveberiya Xweser hewl da alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê yên li Helebê re bişîne. Lê  hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan 9 rojan alîkar asteng kir.

Deriyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin kontrola Firqeya 4ʹan a hikumeta Şamê de ne. Deriyê Til Rifetê di navbera herêmên hikumeta Şamê û kantona Şehbayê de ye. Ev her du derî ji 6 mehan ve ji aliyê Firqeya 4ʹan ve hatine girtin. Firqeya 4ʹan nahêle sotemenî û derman, alîkariyên navneteweyî derbasî Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê bibin.

Derî yekane bi biryara NY’yê hat girtin

Li aliyê rojhilatê Sûriyeyê jî, deriyê sînor ê Sêmalkayê herêmên Rêveberiya Xweser bi Başûrê Kurdistanê ve girê dide. Hin caran ev derî ji bo bazirganiyê tê vekirin. Deriyê Siwêdiyê û Til Koçerê yê bi Iraqê re ji sala 2020ʹî ve bi vetoya Rûsya û Çînê ya di civîna Konseya Ewlekariyê de girtî ne. Rûsya û Cînê îsrar kirin ku deriyê Bab El Hewa yê li Idlibê ya bakurê Sûriyeyê yê di bin serweriya dewleta tirk û çeteyên Cebhet El Nusra de ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî vekirî bimînin.

Deriyên bi dewleta tirk re girtî ne

Deriyê sînor ê Nisêbînê li Qmaişloyê, deriyên Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê herêmên Rêveberiya Xweser û dewleta tirk bi hev ve girê didin. Ev derî ji bo bazirganî, serdan û hin rewşên mirovî dihatin vekirin. Piştî Şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan, hin ji van deriyan hatin girtin. Bi destpêka 2015ʹan ev derî hemû ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin.

Dewleta tirk piştî ku hin herêmên Sûriyeyê dagir kirin deriyên Um Cilûd û Ewn Dadat ji bo tevgera trafîk û bazirganiyê vekirin.

Piştî erdhejê an ku 8ʹê Sibatê, Rêveberiya Xweser  kamyonên alîkariyên mirovî û sotemenî ji bo mexdûrên erdhejê yên li herêmên dagirkirî şandin, lê dewleta Tirk alîkarî asteng kirin û nehiştin ev alîkar derbas bibin.

Deriyê di navbera Sûriye û hikûmeta Şamê de jî girtî ne

Di navbera Sûriye û Tirkiye gelek deriyên sînor hene. Ji wan deriyê Bab El Hewa ye. Ev derî di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de ye. Deriyên sînor ên  Bab El Selama, Heman, Cerablus û Raî, Tirkiye û Heleb a Sûriyeyê bi hev ve girê didin. Ev derî di bin kontrola çeteyên dewleta tirk de ne.

Di demekê de ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ambargoya li ser herêmê  bi kiryarekî hovane wesif dike, behsa girtina deriyê Til Koçerê û ambargoya li ser herêmên Rêveberiya Xweser nake. Ji wê zêdetir Beşar Esed di 13ʹê Sibatê de ragihand ku dê deriyên Bab Selama û Raî yên dagirkirî ji bo 3 mehan li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî ji mexdûrên erdhejê re werin vekirin.