26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agahî ji 10 kolberên hatin binçavkirin nayê girtin

Li ser sînorê dikeve di navbera gundê Koran a girêdayî Bajarê Ûrmiyê yê Îranê û goma Derav a girêdayî gundê Xaşkan a navçeya Elbakê ya Wanê, 10 kolberên asê mabûn ji aliyê leşkerên tirk ve hatine binçavkirin û agahî ji kolberan nayê girtin.

Hat diyarkirin ku kolberên di 25’ê adarê de, li ser sînorê Tirkiyeyê ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, bi helîkopteran ji herêmê hatin derxistin. Xizmên kolberan ên agahî li xizmên xwe nagirin, derbarê jiyana wan de bi fikar in.

2 kolber reviyan 10 kolber hatin binçavkirin

Sadeş Pelîfken ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û got ku xizmê kolberên di bin çavan de ye, wiha qala bûyerê kir: “Ev 4 roj in em bi tu awayî agahiyê ji xizmên xwe nagirin. Zixmên me ji aliyê eskerên tirk ve hatin binçavkirin. Piştî ku kolber hatin binçavkirin, helîkopter hatin ew ji herêmê birin. Xizmên me di li ser  xeta sînor a di navbera Îran û Tirkiyeyê cixariyan dibin û tînin. Li her du aliyên sînor eskerên tirk û pasdarên Îranê hebûn. Hatibûn dorpêçkirin. 2 rojan li ser sînor di sir û seqemê de man. Ewil 12 kolber bûn. 2 ji wan reviyan û hatin gund. 10 kesên din ên li ser sînor asê mabûn jî, ji aliyê eskerên tirk ve hatin binçavkirin û dûre helîkopter hatin ew birin. Bi rojane em agahiyê ji xizmên xwe nagirin. Em dixwazin agahiyêkê bidin me.”

Navê kolberan

Navê kolberên hatin binçavkirin wiha ne: “Mihemed Ehmedî, Şemsedîn Heseni, Erdelan Xelîlî, Ferşad Ehmedî, Mahsun Ehmedî, Feyyaz Ehmedî, Arman Ehmedî, Yûsûf Kenanî, Cambexş Ehmedî û Behruz Ehmedî.”