3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê ewil ê Newrozê li Ewropa hat hilkirin

Agirê destpêkê yê Newrozê li Ewropayê li paytexta Almanya Berlînê hat hilkirin.

Pîrozbahiyên Newrozê li Ewropa dest pê kirin. Pîrozbahiyên îsal ên li Ewropayê ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re hatine organîzekirin. Agirê destpêkê yê Newrozê li paytexta Almanya Berlînê hat hilkirin. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Dostên Kurd jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin.

Li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku tevî biryara gerîla ya li dar nexistina çalakiyan jî dewleta tirk çekên kîmyewî jî di nav de êrîşên xwe yên li Qada Parastina Medyayê didomîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Newroz ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re tê pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de dema ku agirê Newrozê hat vêxistin bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.