4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destpêka serfiraziyên nû: Newroz

Ji bo hesabpirsînê tevlêbûna Newrozê û hilbijartinê ji her demê girîngtir û pêwîstir e. Dem dema daketina qadan, hesabpirsînê, mezinkirina hêrsê û rakirina ala hişmendiya neteweyî ye.

Kurdistan îsal di rewşeke awarte de Newrozê pêşwazî dike. Weke tê zanîn faşîzma tirk 8 sal berê êrîşên tevkujiya gelê kurd derxist asteke nû. Hemû beşên faşîzma tirk bûn yek û xwestin ji her alî ve Tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bikin û tevkujiya gelê kurd temam bikin.  Pişti hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an bi “Konsepta Têkbirinê” ev pevajo dan destpekirin. Ji wê demê heta niha li Bakur, Başûr u Rojava van erîşan bê navber didomînin. Di encama van erîşan de tabloyeke gelek giran derket holê.

Li hemberî erîşan faşîzma tirk Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi stratejî û taktîkên dewlemend bersiv da. Şerekî gelek xeter hate meşandin. Kêlî bi kêlî, senger bi senger xetên parastinê, berwxedan û raperîn hatin raçandin. Di encama şerê heşt salan de îro tabloyek gelek zelal derketiye holê. Dema em li vê tabloyê dinêrin serkeftî û serfirazên vî şerî ji bi heman zelalî xuya dikin.

Qeyran û têkçûn

Faşîzma tirk a bi hebûna AKP û MHP’ê re bûye yek, ji bo di vî şerî de ser bikeve hemû hêza dewleta tirk seferber kir. Vê yekê têrê nekir, mafyaya tirk û dewletên tirk xistin dewreyê. Vê jî têrê nekir şebekeyên fihûş, bazirganiya mirovan, dizî û talan bi kar anîn. Hemû nirxên xwe yên madî û manewî pêşkeşî dewletan kir. Baş e encam bû çi?

Weke me li jor jî got encam pir zelal e. Tablo li holê ye. Ji dewleta tirk şebekeyeke bêteşe li holê ma. Hemû pîvan û saziyên dewletê têk çûn. Ket nav qeyraneke ku bi dehan salan nikare jê xilas bibe. Civak di aliyê derûnî, manewî, çandî û siyasî ve dejenerasyoneke mezin jiya. Dubendiyên kûr derketin holê. Ango li dijî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi her alî ve hilweşiya.

Nikare li ser piyan bimîne

Bê guman zirarên mezin dan gelê kurd jî. Hin deverên rojavayê Kurdistanê dagir kir, bi sedan kurd bi awayekî xwînmêj qetil kir. Lê nikaribû tevkujiya kurdan temam bike û vîna gelê kurd u pêşengiya wê têk bibe. Bi her awayî têk çû û niha li ber sekeratê ye. Ji niha pê ve jî nikare li hemberî tekoşina Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser piyan bimîne.

Têkçûna faşîzma tirk herî dawî di erdhejê de derket holê. Ne pîvan û ne jî saziyên dewletê li ser piyan mane. Di encama berwxedana gelê kurd û Tevgera Azadiyê de hilweşiyane. Erdhejê ev hilweşandin raxist ber çavan. Di vê pevajoyê de gelê kurd gelek caran ev rastî nîşanî faşîzma tirk da. Herî zêde jî di Newrozên heft salên borî de ev peyam hate dayîn.

Peyama serkeftinê

Di her Newrozê de gelê kurd di asta herî jor de nîşanî faşîzma tirk da ku bi tu awayî serî natewîne. Her carê vîna serkeftinê raber kir û peyama serkeftina teqez dubare kir. Nîşanî hemû dost û dijminan da ku hîmê Rêber Apo û Tevgera Azadiye avetiye bi tu awayî hilnaweşe. Bes faşîzma tirk bi israr hewl da ku bi propaganda, vir û derewan ve rastiyê veşêre. Bes encam bû çi?

Encam bû şikestineke mezintir. Dewleta tirk ancax di sê rojan de karibû xwe bigihîne bajar û navçeyên erdhejê. Lê Tevgera Azadiyê di roja ewil de xwe gihand hemû bajar, navçe u gundên ji erdhejê bibandor bûne û xwe bi hewara kurdan ve gihan. Weke xwediyê vê şînê hemû pewistiyên gelê xwe bi cih anîn. Kêlî bi kêli li gel mexdûran cih girt.

Encama faşîzmê!

Lê di encama gendelî, dizî û talana dagirkeriyê û faşîzma tirk de nêzî du sed hezar kesî di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Bi sed hezaran kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî koçber bûn. Kes nikare vê yekê tenê weke encama erdhejê binirxîne. Kê vê bike nîvekarê sûcên faşîzma tirk e. Ev sûcê faşîzma ji gel bac girtî û ji bo şerê li dijî gelê kurd bi kar aniye.

Bi vê boneyê divê hesaba vê yekê jî bê pirsîn. Yê vî hesabî bipirse jî bê guman Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd e. Destpêka vê hesabpirsînê jî Newroza 2023’yan e. Jixwe HDP diyar kir ku wê Newrozê diyarî cangoriyên erdhejê dike û Newrozê bike destpêka hesabpirsîna ji faşîzmê.

Newroz û encama hilbijartinê

Newroza îsal dê li ser vê bingehê bê pîrozkirin. Bi milyonan kurd û dostên wan li qadên Newrozê hesab ji faşîzmê bipirsin. Doza mafê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bikin. Her wiha îsal Newroz cardin dikeve pêvajoya beriya hilbijartinê. Pevajoya hilbijartinê jî di heman demê de pevajoya hesabpirsîna ji faşîzmê ye.

Hêrsa di Newrozê de derkeve holê di heman demê de wê encama hilbijartinan jî diyar bike. Her wiha dê tekçûna faşîzma AKP û MHP’ê îlan bike. Gelê kurd bi awayê herî xurt vîna xwe di hilbijartinê de jî nîşan bide, faşîzmê û şerê wê yê heşt sal in dawiyê têk bibe. Dê nîşan bide ku heza tu faşîst û dagirkeran têra têkbirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê nake.

Dema hesabpirsînê

Hesabê sûcê faşîzmê yên bi dehan salan û bi taybetî heşt salên dawiyê û sûcên li hemberî mexdûrên erdhejê yek bi yek bên pirsîn. Ji bo hesabpirsînê tevlêbûna Newrozê û hilbijartinê ji her deman girîngtir û pêwîstir e. Dem dema daketina qadan û rakirina ala hişmendiya neteweyî ye. Dem dema mezinkirina hêrs û ferzkirina hesabpirsînê ye.

Bi vê boneyê Newroza 2023’yan dê bibe kêliya têkbirina faşîzma tirk û destpêka hesabpirsîna ji faşîzmê. Dive her kurdekî/e birûmet bi vî awayî Newrozê peşwazî bike û biherike qadan. Em mixê dawî li mejiyê faşîzmê dixin û ala serkeftinê bilind dikin.