2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bihar û Newroz

Bêhna biharê tê ji welatê min…

Bêhna biharê mizgîniya

Newrozê ye jî…

Bi adarê re, bi biharê re, bi Newrozê re hêvî jî wê xwe bike kiras li bejna welatê agir û rojê. Wê roj hilbê û tarî têk biçe.

Wê Ehrîman li himber Ahûra Mazda winda bike.

Kawayê Hesinkar wê careke din koka Dehaqan qir bike.

Erê em ber bi Newrozê ve diçin gav bi bav,

ber bi hêviyan ve dibezin,

ber bi azadiyê ve baz didin…

Bi Newrozê re hêvî tê, roj tê, jiyan tê, berxwedan tê, rûpelekî nû tê, ji bo wê jî ji niha ve Newroza hemû gelê arî bi van gotinan pîroz dikim:

Newroz e Newroz e,

Sibe ye Newroz e,

Maçek bide min war/welat (yar),

Cejna te pîroz e!

Newroz bê guman her sal di rojeva gelê kurd de gelek cihekî taybet digire û girîng e. Ji ber ku sekna ku gelê kurd di Newrozê de nîşan dide, bandora xwe li hemû salê dike, li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn dike. Lê îsal – bawer bikin – ji her salên borî girîngtir e. Ji ber ku bûyerên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewimin jî gelek girîng in. Gelek bûyer û tevgerên berbiçav û veşartî diqewimin.

Cejna kurdan a herî kevn

Berî em li ser girîngiya Newroza îsal rawestin, dixwazim 2 aliyên girîng ên Newrozê bi we re parve bikim: Aliyekî wê yê dîrokî û xwezayî heye ku digihîje heya B.Z. salên 600-650‘yan  ku li Mezopotamya dihate pîrozkirin. Tê texmînkirin ku cara yekem gelê medî ango kurdan pîroz kiriye û dû re jî gelê faris, afgan, belûc hwd. pîroz kirine. Mirov dikare bibêje ev cejna kurdan a herî kevn e ango herî dîrokî ye.

Sedema pîrozkirina Newrozê di 21‘ê adarê de jî bê gûman heye. Dîroka xwe dispêre xwedawendên mediyan “Kîbela” û “Şamaş”. Kîbela ku weke xwedaya bereketê, jiyan û axê dihat naskirin û Şamaş ku wek xwedaya Rojê dihat naskirin. Ji bo qedirgirtina van her du xwedawendan -ku her du jî jin in- şahiya Newrozê dihate lidarxistin. Ji ber ku êdî ew zivistana Kurdistanê ya hişk ew ê bi dawî biba. Li gundewarên Mezopotamyayê ku berf bi metreyan diket, ew ê êdî berf biheliya û hemû xweza û sewal ji “xewa zivistanê” şiyar bibana. Ew ê dar û ber, çem û kanî der biba û rengê bihuştê li welatê agir û rojê belav biba. Ji ber ku ax ew ê ji nû ve zindî biba, ew ê roj dirêjtir, şev kintir biba, ew ê bihar bihata – ango rojek nû. Ji xwe bi gotin jî Newroz tê wateya “roja nû”. Rojek nû dest pê dike, ji ber ku mirov weke ku ji nû ve ji dayik bibe xwe hîs dikin. Di wêjeyê de gotina bi navê “Hestên Biharê” heye. Ev gotin tam van bûyerên min jimart tîne ziman.

Roja Newrozê her wiha destpêka salnameya kurdî ye jî – ango Sersala Kurdî ye. Ji ber ku salnameya kurdî xwe dispêre ola Zerdeştî û bûyera guhertina xwezayê. Xweza kiras diguhere – kirasê berf û seqemê ji xwe dike, kirasê biharê yê rengîn li xwe dike. Ev jî bi Newrozê re -bi rûpeleke nû, bi destpêka saleke nû, bi destpêka jiyaneke nû ve girêdayî ye.

Bi kurt û kurmancî mirov dikare bibêje, aliyekî wê yî xwezayê heye ku bi salnameya kurdî ve girêdayî ye û xwe dispêra heya ola Zerdeştî, aliyekî wê yî mitolojîk û dîrokî heye, ku xwe dispêre Mezepotamya û Medan.

Di wêjeyê de Newroz

Newroz her wiha di wêjeyê de jî bi berfirehî cih digire. Dema em li wêjeyê dinêrin, em dibînin ku di pirtûka pîroz “Zend Avesta”yê de bi berfirehî behsa şahiya biharê dike. Her wiha nivîskarê navdar ê faris Fîrdewsî jî di dîwana xwe ya bi navê “Şahname” de behsa Newrozê dike. Ne tenê behsa Newrozê her wiha behsa kurdan û welatê wan jî dike. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku her wiha Omer Heyam jî di “Newrozname” ya xwe de behsa girîngî û wateya Newrozê dike. Her wiha di gelek nivîs û dîwanên herema Xorasanê de jî bi berfirehî behsa Newrozê tê kirin. Dema em di dîrokê de li sedsalên dawî dinêrin, dibînin ku her wiha Şerefxanê Bedlîsî jî di dîwana xwe ya bi navê “Şerefname” yê de behsa dîrok û wateya Newrozê ji bo kurdan kiriye. Mînaka herî dawî jî nivîskarê navdar ê kurd Ehmedê Xanê ye ku bi destana Mem û Zîn wateyek çandî û welatnasî daye cejna Newrozê. Bi vî esasî xwestiye destana evînî di navbera jin û mêr de veguherîne destaneke evîna welatekî.

Bi destana Mem û Zîn re û bi taybet jî bi destana Kawayê Hesinkar re Newroz êdî wateyeke nû qezenç dike – êdî wateya serhildanê, berxwedanê û her wiha tekoşîna ji bo ax û welatê xwe – ango welatparêziyê digire. Ev rastî êdî cejna Newrozê dike siyasî û polîtîk jî. Bi pêxistina agirê Kawayê Hesinkar re hesreta azadiyê û serxwebûnê jî derdikeve holê. Ev agir qet venamire û digihîje heya sedsala 20‘an. Bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ve di sala 1982’yan de di şeva Newrozê de êdî ev cejn dibe cejneke serhildan û berxwedana li himberî zilm, dagirkerî û zextên li ser kurdan. Ev cejn bi Mazlûm Dogan re êdî dibe cejneke neteweyî û bi taybet jî li bakurê Kurdistanê her sal bi awayekî girseyî tê pîrozkirin. Berxwedana girtiyên kurd li zindanan û sembola agir di vê berxwedanê de gelekî dişibe berxwedana Kawayê Hesinkar li himberî Dehaq. Tevgera Gelê Kurd bi pêşengtiya Partiya Karkerên Kurdistanê jî bi berxwedanên li zindanan, bi berxwedanên li çiyan û bajaran li hember dehaqên sedsala me derketin û agirê Newrozê ji xwe re kirin sembol û al. Û em dikarin bibêjin – ev agir qet venemiriye û her roja diçe gurtir dibe.

Ev rastiyên min jimartin jî milê duyemîn ên wateya Newrozê ne. Ew jî sembola Newrozê di tekoşîna gelê kurd de ji bo azadî û serxwebûnê ye.

Newroz û hilbijartin

Weke ku min anî ziman îsal Newroz taybetmendiyeke gelek girîng girtiye. Ji ber ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê gelek bûyerên berbiçav û veşartî diqewimin. Ji aliyekî li bakurê Kurdistanê îsal hilbijartineke gelek girîng heye ku dikare qedera pirsgrêka kurd diyar bike. Şahî ango çalakiyên pîrozkirina Newrozê dikarin bibin starta xebatên vê hilbijartinê û weke ku herkes dizane di vê hilbijartinê de dengên kurdan wê diyarker bin. Ji bo wê jî sekna kurdan di Newrozê de diyarker e.

Li aliyê din ve jî li rojavayê Kurdistanê gelek bûyer diqewimin. Li aliyekî hewldanên naskirina statuya Rojava di rojeva cîhanê de ye. Bi taybetî jî Amerîka dixwaze statuya Rojava nas bike. Lê berî ku ev pêk were, dixwaze yekîtiyek di navbera partî û rêxistinên kurdan de pêk were.

Di heman demê de jî li ser Rojava peyaman digihîne Tevgera Azadiya Kurd ji bo çareserkirina pirsgrêka kurd.

Em dibînin ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelek tevger hene û gelek bûyer diqewimin. Bê guman tevlêbûna Newrozê û nîşandana vîna di Newrozê de – ew ê ji bo vê dema pêşiya me diyarker be. Newroz weke her sal xuyaye ew ê rûpeleke nû li dîroka kurdan, di tekoşîna gelê kurd û di çarenûsa gelê kurd de veke. Bi van hestan carek din Newroza hemû gelê arî ji niha ve pîroz be.