27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê kî jehrê dide xwendekarên keç?

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê êrîşên jehrî yên li ser dibistanên keçan zêde bûne. Muxalîf nerazîbûnê nîşan didin ku dewlet van êrîşan pêk tîne. Dewlet jî hêzên ji derve sûcdar dike.

Li Îranê di meha mijdarê de êrîşên jehrî li hemberî nêzî hezar xwendevanên keç, dest pê kir. Heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî pisporan êrîş li ser zêdeyî 100 bajêran hatiye kirin û herî kêm 8 hezar xwendevan bi bandor bûne.

Hat zanîn ku piştî êrîşan nefestengî, tevizîn, dil rabûn û semptonên cuda çêdibin.

Roja Şemiyê 11’ê adarê jî li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên Hûzistan û Gîlan ên Îranê, êrîşên bi gazên jehrî li ser herî kêm 12 dibistanan hat kirin. Êrîş li ser du dibistanên li Sineyê hat kirin û gelek xwendevanên keç bi jehrî bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Daraza Îranê di rojên borî de ev îdîa kiribû, ‘Ji kesên hatine rakirina nexweşxaneyê tenê sedî 10 ji gaza bi sivik zirar dîtine, sedî 90’ê wê jî di aliyê derûnî û tirsê de bi bandor bûne’.

Wezareta Karên Hundir a Îranê ragihand ku nêzî 100 kesan bi gumana tev li sûcê êrîşên bi gaza jehrî bûne, binçav kirine.

Dewleta Îranê hêzên ji derve ji van êrîşan berpirsyar digire. Medyaya Îranê bi taybetî Sefîrê Mezin ê Îngilîz Sîmon Sherclîff sûcdar kir. Mashregh News diyar kir ku sefîrê mezin ê Îngilîz rasterast tev li vî sûcî bûye.

Gelek Îranî jî difikirin ku dewletê ji bo cezakirina jinên ku pêşengiyê ji serhildana “Jin Jiyan Azadî” re dikin, dest bi êrîşên bi gazên jehrî kiriye. Dayik û bav nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedaran da.

Civaknas û profesorê zanîngeha Lorraîne ya Fransayê Saeed Paîvandî ji radyoya RFI’yê re axivî û destnîşan kir ku li gorî raya giştî ev êrîşane ji aliyê Mûhafizên Şoreşê yan jî servîsên îstixbaratê ve tên kirin.

Civaknas wiha dibêje, “Armanc ew e ku atmosferek derûnî ya diyar were avakirin.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî difikirin ku rayedar hevkarê sûc ê van êrîşan e. Rêxistinê twîttek parve kir û wiha got: “Ev êrîşane, êrîşên terorî yên kîmyewî yên hatine koordînekirinin.”

ANF