9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyê piştî 30 salan hate berdan peyama têkoşînê da

Girtî Hasan Beyret ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Burhaniyeyê hate berdan û bi kulîlkan hate pêşwazîkirin, ev peyam da: “Ji bo jiyaneke demokratîk dê têkoşîna me bidome.”

Girtî Hasan Beyret ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Beyret, li pêşiya girtîgehê ji hêla rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Ayvalikê bi  kulîlkan hate pêşwazîkirin.

Beyret, di sala 1993’yan de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatibû binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin. DGM’ê, bi îdiaya “Parçekirina yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê dabû Beyret. Beyret, di pêvajoya 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Edene, Ceyhan, Sêrt, Kirikkale û herî dawî jî li Girtîgeha Burnaniyeyê ma.

Beyret, dema ji girtîgehê derket ev peyam dan: “30 salan zilm li me hat kirin. Lê me tu carî serî netewand, gavek paşve neavêt, her tim li dijî zilmê sekinînin. Girtina me, girtinekî şexsî nebû. Bi sala ye zilm li gelê kurd tê kirin. Ji ber ku em li dijî vê zilmê derketin lewma hatin girtin. Dê têkoşîna me heta serkeftinê bidome. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyaneke demokratîk bidome.”

Piştre Beyret ber bi bajarê xwe Nisêbînê ve bi rê ket.