28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê Newrozê li warê Mazlum Dogan geş kirin

Agirê destpêkê yê Newroza îsal li bajarê Mazlum Dogan geş kirin. Ji gund û navçeyên derdorê bi hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.

Bi hezaran kesên ji gund  û navçeyên derdorê hatin, Newroza îsal ya 2024’an a bi dirûşmeya “Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye” li warê Mazlum Dogan navçeya Depê ya Xarpêtê bi coşek mezin pîroz kirin. Tevî baranê jî bi hezaran Depî qada Newrozê dagirtin û li dora Agirê Newrozê govend gerandin. Gelek kes bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Li qadê puşiyên bi rengên kesk, sor û zer li ba bûn û ciwanan pankarta “Em agirê serhildanê yê ciwantiyê ne, ji bo vêxistina agirê Newrozê hatin” vekirin.

Pîrozbahî ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Komîteya Amadekar a Newrozê girse silav kir. Malbatên Hayrî Durmuş, Mazlum û Delîl Dogan û Zekî Yildiz derketin ser dikê û gel silav kirin. Malbatan piştre jî di nava çepik û tililiyan de agirê Newrozê vêxistin.

Pîrozbahî bi axaftinên Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari berdewam kir. Piştî axaftinan Koma Hevra derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Depê de axivî û wiha bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de: “Birêz Abdullah Ocalan hêj jî qasidê aştiyê ye. Zimanê me înkar dikin. Em bi dengekî bilind bibêjin; divê dewlet bizane ku kurd hene, zimanê me kurdî ye. Bila Îktîdar û AKP’ê vê baş bizane. Em ê bi hev re vê bidin qebûlkirin.”

Uçar, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha pê de çû: “Me Meşa Mezin a Azadiyê li dar xist. Li ser me pêşmalkên spî hebûn. Me ew pêşmalk ji bo çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd, ji bo aştiyê, ji bo baweriya xwe ya bi paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li xwe kirin.”

Uçar bal kişand ser hevdîtinên dawî yên wezîrên dewleta tirk ên bi rayedarên Iraqê re û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku em ji bo aştiyê dimeşîn de îktîdar bajar bi bajar, welat bi welat digere ji bo ku gelê kurd qetil bike. Encama civîna hatiye parvekirin, peyama domandina şerê li dijî gelê kurd e.”

Uçar, peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di Newroza 2013’an de bi bîr xist û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê di nava hefteyekê de birêz Abdullah Ocalan weke qasidê aştiyê qebûl kirin. Birêz Abdullah Ocalan hêj niha jî qasidê aştiyê ye. Di serî de pirsgirêka kurd, keda wî ya di çareseriya pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê de birêz Ocalan xwedî kedeke mezin e. Lewma jî em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û ji bo pêkvejiyana gelan ketin rê. Newroz dê bibe yek ji van gavên me. Em ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Kurdistanê bersiva herî mezin bidin rejîma qeyûm a AKP’ê.”

Uçar, bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê kurdî û da zanîn ku kurdî li Meclisê weke “zimanê nayê zanîn” tê pênasekirin. Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Heke li vî welatî kurd hêj bikarin bi zimanê xwe biaxivin, heke hêj dev ji têkoşîna xwe bernedabe, ev bi saya têkoşîna Mazlum Doganan, Sakîne Cansizan, Gultan Kişanakan e.”