28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zekiye Alkan li ser gora wê bibîr anîn

TJA, DBP, Dayikên Aştiyê, ANYAKAYDER û DEM Parti gora Zekiye Alkan a ku di Newroza 1990'î de li Sûrên Amedê bedana xwe da ber agir, ziyaret kirin û Zekîye bibîr anîn.  

Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, Dayikên Aştiyê, ANYAKAYDER û DEM Parti çûn serdana gora Zekiye Alkan a ku di Newroza 1990’î de li Sûrên Amedê bedana xwe da ber agir. Li ser gora Zekiyeyê ya li Bornovaya Îzmîrê dirûşmên “Newroz piroz be”, “Şehîd namirin” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin.

Aktivîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku Zekiya Alkan di 1990’î de li Sûrên Amedê bedana xwe daye ber agir û wiha got:”Wê demê li Nisêbînê gelek mirov şehîd ketin. Vê yekê jî bandoreke mezin li Zekiyeyê kir. Dema ji bo xwendina dibistanê çû Amedê tevli têkoşînê bû. Çû Sûrên Amedê û bang li herkesî kir. Got ‘Ez zilm û zextê qebûl nakim. Ez ê bibim dengê jinên kurd û Kurdistanê. Ez ê li sûrên Amedê bedena xwe bidim ber agir’ .”

Emineyê bi lêv kir ku ji bo agirê Newrozê mezin bibe Zekiyeyê bedena xwe daye ber agir û got peyama Zekiyeyê ji me re bû mîrate, em ê bi vê hişmendiyê li dijî zilmê bisekinin.