spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin li dijî qeyûm û tecrîdê daketin qadan

Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor, anî ziman ku jinan wekî her sal bi girseyî 8’ê Adarê li qadan pîroz kir û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind kirin.

Jin îsal ji 24’ê sibatê heta 8’ê adarê bi çalakiyên cuda û mîtîngên girseyî daketin qadan û bi dirûşmeya “Bi Jin Jiyan Azadiyê ber bi azadiyê ve” daxwazên xwe yên ji bo azadiyê anîn ziman.

Têkildarî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor nirxandinên girîng kir. Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor anî ziman ku îsal jî wek hemu salên din 8’ê Adarê bi taybet li bajarên Kurdistanê bi girseyî û bixwedî derketineke mezin hat pîroz kirin û wiha got: “Wateya 8’ê Adarê ji bo me girîng e. Ji ber ku em jinên kurd bi gelek astengî û tundiyan re rûbîrû dimînin. Bes îsal li gor salên din tevlîbûn û xwedî derketineke hêj mezintir derket holê. Ji ber ku sal bi sal jinen ku tên kûştin, girtin, tundî dibînin mixabin zêdetir dibin. Ji ber wê jî berxwedana jinan, kerba jinan, tekoşîn û serhildana jinan mezintir dibê.”

Qeyûm binpêkirina pergala hevserokatiyê ye

Bor anî ziman ku hilbijartinek li pêş heye û bisalane bajarên kurdan biavayekî bêhuquqî û bêînsanî bi qayyûman ve tên rêvebirin û wiha axivî: “Qayûm di serî de rapêçkirina îradeya jinê ye. Binpêkirina pergala hevserokatiyê ye. Dijminatiya jinan û mafên jinan e. Ji ber wê jî jin ji ber ku wê bajar û navçeyên xwe ji dagirkeriya qayuman rizgar bikin, der û kolanên xwe ji qirêjiya qayuman paqij bikin û qayuman ji welatê xwe wê bimalin bi coş û kelecan bûn û kelecan in.”

Rakirina tecrîdê bi dengekî bilind berz kirin

Rojbîn Bor bal kişand ser peyamên îsal û wiha lê zêde kir: “Di pîrozbahî û çalakiyên îsal de peyamên jinan dîsa gelek zelal bûn. Li hemberî tecrîda di şexsê birêz Ocalan û hemû girtiyên sîyasî de seknek û bertekek hebû. Jin dizanin ku tecrîda di şexsê birêz Ocalan de tê meşandin bandoreke neyînî li ser hemû civakê dike û di peyamên xwe de rakirina tecrîdê bi dengekî bilind anîn ziman. Ji xeynî wê; nêzîkî sed rojan e ji aliyê dayikên ji malbatên girtiyan ve nobedekê destpêkirî ye û ev nobet hêj jî didome. jinan ev çalakî jî silav kirin û daxwazên dayikan di hemû çalakî û pîrozbahiyan de dîsa dubare kirin. Û ya sêyem; wek min serî de jî got ji rizgarbûna dagirkeriya qayyuman jî dîsa jinan peyamên xwe anîn ziman. Û wek her demê dîsa jinan nîra zulma netewî, çînayayetî, civakî, cinsî û olî da berxwedana xwe nîşan dan û ji bona rizgarbûna xwe peyam û tekoşîna xwe pêş xistin.

Jin jiyan azadî li cîhanê deng veda

Bor, bibîr xist ku şîara “Jin jiyan azadî” li cîhanê deng veda û wiha pêde çû: “Niha jî jin dibêjin “Jin Jiyan Azadiyê Ber Bi Azadiyê Ve” wateya pêşkêşkirina li ser rêxistina azadiyê ji bo hemû mirovan, bi taybetî jinên Kurd e. Bi rêberiya jinan û pêşketina rêxistina jinan mirov dikare bêje ku ev şîar xwedî îddîayek e, û ev îddîa jî îddîayek mezin e Bi vê şiarê, jin li ser hemû rûpelên civakî, siyasî, û aborî de xwedî li azadiyê derdikevin û bi tevahiya têkoşîna jinan mizginiya azadiyê jî didin.”

Daxwaza jinên kurd rakirina tecrîdê bû

Rojbîn Bor bal kişand ser daxwaza jinên kurd û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyê û li Bakûrê Kurdistanê gelek çalakî û pîrozbahî hatin kirin lê cudahiya tirkiyê û bakurê Kurdistanê gelek aşkere li pêşçav bû, daxwazên jinên kurd rastî jî girîngtir bûn, wek me gotî, rakirina tecrîdê bû, ji dagirkeriya qeyyuman  rizgarbûyîn bû, dawîkirina polîtîkayên şerên taybêt ên li ser jina kurd bûn. Û mirov dikare bêje li hemberî hemû astengkirin û êrîşên dewlet û zilaman jî rihê Leyla Qasim’an hêj jî zindî ye û dijît. Jinên kurd li hemberî zordarî, astengî û êrîşên dewleta mêr û zîhniyeta mêr dîsa jî qad tijî kirin, peyamên xwe biavayekî bicuret anîn ziman û hêjayî cangoriyên vê dozê pêşengî kirin.”

Di 8 salan de 4 hezar jin hatin qetilkirin

Bor rêjeya tundiya li dijî jinan jî parve kir û ev agahî dan: “Li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê ji her sê jinan yêk, bi tundiya mêr re rû bi rû dimîne. Ji % 34 jin jî ber lêdanê dikevin. Li gor lêgerîna Foruma Aborî ya Cîhanî û Yêksanî ya Cinsî ya Civakî, Tirkîye di parastina mafê yêksanîya jin û mêran da di nava 134 welatan da di rêza 129 an da ye. Di nava van 7 salên derbaz bûyî da kuştina jinan % 1400 zêde bûye. Di nava 6 mehên sala biorî de 26 hezar malbat ber bi tundî û lêdana navxweyî hatine. Di vê heyamê de 130 jin hatine kuştin. Di nava 8 salên bihorî de 4 hezar jin hatine kuştin. Û jina kurd ji bilî vê rewşê jî rewşên xetertir dijî. Jina Kurd li çar nîrên zulmê jîyana xwe berdewam dike. Zulma netewî, çînayetî, cinsî û olî. Dema ku zulma netewî xilas dibe, lî her sê zulmên din her li ser jina Kurd dom dıke. Ji ber wê jî ez dikarim bibêjim ku mixabin pirsgirêkên derdikevin pêşberî jinan gelek in.”

Jinan serma nas nekir

Bor herî dawî bal kişand ser çalakiyên jinan ên li Wanê wiha bi dawî kir: “Rewşa hewayê li Wanê ne baş bû. Berf dibarî û sermayek awarte jî hebû. Lê dîsa jî jinan qada pîrozbahiyê vala nehişt in. Bi rengên kesk û sor û zer û morê qad û kolan xemilandin. Heta dema ku jin hatin qadê berf û baran sekinî me li ser dîkê jî got niha jî em dibêjin; pêpalê jinan roja 8’ê Adarê bi xwe re ronahî, germahî û tav anî. Em bawerin ku jin wê bi helwest û sekn û berxwedana xwe wê tecrîdê ji rakin, qeyyuman jî ji welatên me derbixin û 31’ê Adarê wê mizgîniyê jî bi xwe re bînin.”