21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewleta tirk dixwaze li Iraqê jî herêmeke tampon ava bike’

Di rojnameyên erebî yên îro de behsa hevdîtinên di navbera hikûmeta tirk û rayedarên Iraqê de hatiye kirin û tê gotin ku dewleta tirk hewl dide li wir jî herêmeke tampon ava bike

Rojnameyên erebî cih da civîna di navbera Iraq û Tirkiyeyê de, serdana wezîrê karên derve yê Şamê ji bo Erebistana Siûdî û şerê li Xezayê.

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî tevgerên dewleta tirk ên li Iraqê nûçeyek bi sernavê “Hindik maye Iraq û Tirkiye li ser herêma tampon li hev bikin” parve kir û cih da civîna di navbera her du aliyan.

Rojnameyê di nûçeya xwe de agahiyên xwe spartin çavkaniyên ji Iraq û Tirkiyeyê û wiha nivisî: “Hindik maye her du welat li ser herêma tampon li hev bikin. Lihevkirina avê û enerjiyê beşeke dan û standinên berdewam e.”

Rojnameyê diyar kir ku dewleta tirk bi hinceta şerê li dijî PKK’ê dixwaze mîna li Sûriyeyê kiriye, bi kûrahiya 30-40 kîlometreyan bikeve axa Iraqê.

Li gorî rojnameyê, dewleta tirk dixwaze bi desteka PDK’ê û bi agahiya Bexdayê vê armancê bi dest bixe. Rojnameyê da zanîn ku rayedarên iraqî, nexwestine tu daxuyaniyekê têkildarî van agahiyan parve bikin.

‘Hewldanên agirbesta li Xezayê’

Rojnameya El Erebî El Cedîd di nûçeya xwe ya têkildarî Xezayê de, agahiyên xwe spartin çavkaniyeke ji Misirê û diyar kir ku aliyên navbeynkar peywendî bi rêveberiya tevgera Hemasê re çêkirine ji bo ku dan û standinan bi pêş bixin.

Li gorî rojnameyê, nermbûnek heye ji bo ku agirbest bikeve meriyetê û dest bi pevguhertina dîlgirtiyan bê kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku îhtîmal heye guhertinek di helwesta Îsraîlê de çêbe, nemaze ku rêveberiya Amerîkayê fişaran lê dike.

‘El Miqdad li Riyadê ye’

Girêdayî serdana wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysal El Miqdad ji bo Erebistana Siûdî, rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek weşand. Rojnameyê diyar kir ku li gel serdanê xitimîna siyasî li Sûriyeyê heye, bi taybet rêya komîteya destûrê ku “Însiyatîfa Erebî” ya ku Erebistana Siûdî di amadekirina wê de beşdar bû, piştgiriya xwe ji bo wê diyar kir.

Li gel ku nûnerê NY’yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen li aliyê DYA`yê ye û israr dike civînên Komîteya Destûrê li Cinevê li dar bikevin, ruxmî ku Şam û Moskov vê yekê red dikin, gelek astengî li pêşiya çareseriya siyasî hene.