4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlum Dogan li ser gora wî bi bîr anîn

Heyeta Newrozê Mazlum Dogan û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên wan bi bîr anîn. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir anî ziman ku Agirê ku Mazlum Dogan vêxistibû îro bûye meşaleya azadiyê.

Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Starta Newrozê li navçeya Depê ya Xarpêtê dest pê kir. Beriya pîrozbahiya Newrozê, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan ku di Newroza 1982’yan de bedena xwe dabû ber agir û birayê wî Delîl Dogan li ser gorên xwe hatin bibîranîn.

Bîranîn, li ser gorên Mazlum Dogan û Delîl Dogan ên li mezraya Seyîdan a gundê Goman ê navçeya Mazgêrd a Dêrsimê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek kes tev li bîranînê bûn. Partiyî ji hêla xwişka Dogan, Serap Dogan ve hatin pêşwazîkirin.

Di bîranînê de ji ewil deqeyek rêz hate girtin û piştre jî Bayindir axivî. Bayindir, wiha got: “Em ê agirê ewil ê Newroza 2024’an di 15’ê adarê de li Depê vêxin. Ev Newroz, mîrateya şehîdên Kurdistanê ye. Ew agirê ku rêhevalê me Mazlum Dogan vêxistî, îro bûye meşaleya azadiyê.”

Bi domdarî Bayindir wiha got: “Em Newroza 2024’an diyarî Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan dikin. Gelê kurd îro li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li her devera cîhanê ji bo azadiya rêberê xwe têdikoşe. Di vê Newrozê de jî li tevahiya cîhanê dê bi milyonan kes ji bo Rêberê Gelê Kurd û hevalên wî li qadan bin.”

Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser gorên Mazlum û Delîl Dogan.