30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serkeftina 31’ê Adarê dê qeyrana faşîzmê kûrtir bike

Kurdan di encama têkoşîna bêhempa de gelek kelehên zilmê şikandin û nîrê koletiyê perçekirin. Di gelek qadan de tehma xwe rêvebirinê girt û bi dirûşma, “Azadî xwe bi rêvebirinê dest pê dike” destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê atmosfera hilbijartinê germ bû. Gelê kurd ber bi hilbijartinek gelek girîng ve diçe. Di dîroka Tevgera Azadiyê de bêguman rista hilbijartinê tê zanîn. Her hilbijartinek sengerek têkoşînê ye. Divê ji bo xurtkirina rêxistinê û mezinkirina berxwedanê bê nirxandin. Faşizma tirk li hemberî gelê kurd şerek gelemperî dimeşîne û dixwaze pêvajoya tevkujiyê temam bike.

Di çarçoveya şerê gelemperî de hewl dide îradeya gelê kurd bi tevahî bişkîne. Ji bo wê bi polîtîkaya qayiman dixwaze mafê bijartin û hilbijartinê jî ji holê rake. Bi vê yekê armanca sereke jî ew e ku gelê kurd xwe bi rêve nebe. Ji hila faşîzma tirk ve di bin nîrê koletiyê de bê rêvebirin. Li dijî vê faşîzma tarî jî Tevgera Azadiyê ev pêncî sale hewl dide ku riya xwe rêveberina gelê kurd veke.

Di encama têkoşîna bêhempa de gelek kelehên zilmê hatin şikandin û nîrê koletiyê hate perçekirin. Gelê kurd di gelek qadan de tehma xwe rêvebirinê girt. Dirûşma, “Azadî xwe bi rêvebirinê dest pê dike” destkeftiyên mezin bi dest xistin. Faşîzma tirk niha dixwaze gelê kurd bêzar bike ku dest ji îradeya xwe rêvebirinê berde.

Bi vê boneyê hilbijartina 31’ê Adarê tê gelek wateyan. Yekemîn gelê kurd bi serkeftinê dê mafê xwe yê bijartin û hilbijartinê biparêze. Didu, dê zelal nîşanî faşîzma tirk bide ku bi tu awayî êdî dest ji statû û xwe rêvebirinê bernade. Sisê, dê nîşan bide ku proje û êrîşen têkbirinê nikare encam bigire.

Faşîzma tirk jî dixwaze çend encaman bigire. Yekemîn hewil dide nîşan bide ku polîtîkayên qeyûman encam girtiye. Didu, dixwaze dagirkerî û faşîzma xwe rewa bide nîşandan. Sisê, hewil dide bi van encaman piştî hilbijartinê li hemberî Başûr û bakurê Kurdistanê êrîşan dagirkeriyê bimeşîne.

Dagirkeriya tirk li hemberî berxwedana gelê kurd xitimiye. Qeyrana aborî, civakî, siyasî û leşkerî dijî. Di polîtikayên derveyî de îflas kiriye û tiştek êdî pêşkêş bike jî nemaye. Di serî de Bakur û Rojhilatê Suriyê û Rojava li hemû deverên dagirkirî nikare li ser piyan bimîne. Bi Bloka Rojava û Bloka Rojhilat re di nav qeyranê de ye.

Ji hêla DYA, welatên Ewropayê, Hindistan, Îsraîl û welatên ereban ve ji projeya bazîrganî û sotemeniyê hate vederkirin. Li aliyê din di civîna herî dawî ya Astanayê de bi Rusya û Îranê re rageşiyek mezin jiya. Tirkiyê sozên ji bo Suriyeyê dayîn yek bi cih neanî. Niha ev hêj ji Erdogan dixwazin sozên xwe bi cih bîne. Ev mijar jî dê piştî hilbijartinê germtir bibe.

Bi kurtasî faşîzm êdî ne di hurdir de ne jî li derve nikare xwe li ser piyan bigire. Piştî hilbijartinê qeyranên hundirîn û derveyî dê kûrtir bibin. Dê hewil bide bi êrîşkirina kurdan û dagirkirina xaka Kurdistanê ji vê qeydanê derkeve. Lê sedema hemû qeydanên faşîzmê jî êrîşkirina gelê kurd û berxwedana bêhempa ya gelê kurd e.

Bi vê boneyê gelê kurd di 31’ê Adarê de cardin îradeya xwe bi hêz danê holê, dê dawiya vê faşîzmê û hilweşîna wê bi leztir bibe. Ji bo wê, divê hilbijartin wekî pêngavek têkoşînê bê dîtin. Hem xebatên rêxistinkirinê bên meşandin û hem jî bi serkeftinek xurt hêviya faşîzmê bê şikandin. Bi hêviya serkeftin û mezinkirina têkoşînê…