3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûnerên gel Rahşan Demîrel û şehîdên Newrozê bibîr anîn

Nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî kesên di Newroza 1992’yan a Nisêbînê hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel ku li Kadîfekaleyê xwe kir agirê Newrozê bi bîr anin.

Nûnerên MEBYADER, DEM Partî, 21 kesên di Newroza sala 1992’yan a li Nisêbîn a Mêrdînê hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel a ku di 1992’yan de li Kadîfekale ya Îzmîrê xwe kir agirê Newrozê bi bîr anîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan û namzetên hevşaredariyê jî di nav de gelek kes tev li bîranînê bûn. Girseyê ewil Rahşan Demîrel li ser gora xwe bibîranîn û di bîranînê de dirûşma “Şehîd namirin” berzkirin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Perîhan Altûg axivî. Altûg, anî ziman ku heta niha gelek bedelên giran hatine dayîn û got ku Newrozên îro bi saya wan bedelan hene. Altûg, axaftina xwe wiha domand: “Dema roja Newrozê dihat, agir dihatin vêxistin û bi tevlibûna bi hezaran dihat pîrozkirin. Keç û kurên me mezin bûn, Newroza kurdan û her kesî pîroz dikin. Ji bo gelê me serkeftinê dixwazim. Ez Newroza Serok û girtiyên me pîroz dikim.”
Nûnerên gel piştre jî çûn Pira Ahmet Kaya (Pira Şehîdan) ku di Newroza 1992’yan de 21 kes li wir hatibûn qetilkirin û şehîdên Newrozê bibîr anîn. Nînerê MEBYADER’ê yê Nisêbînê Şeyhmûs Yîgît di bîranînê de axivî û got: “Newroz ji bo gelê kurd serhildan e. “
Piştre jî beşdaran qurnefîl avêtin Rûbarê Çag Çagê. Kesên beşdarî bîranînê bûn herî dawî jî agirê Newrozê vêxistin.