2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qedîfeqale û Sûrê Newroz bi coşek mezin pîroz kirin

Gel li Qedîfeqale û Bircên Amedê bi meşale û erbaneyan Newroz pîroz kir. Li Kela Qedifeqale bi sedan kes kom bûn û bi dirûşmeyên "Bijî Newroz" Newroz pîroz kir. Li Bircên Amedê jî 75 kesan bi 75 erbaneyan Newroz pîroz kir.

Komîteya Amadekar a Newroza li li Kadifekaleyê ku Rahşan Demîrel bi bedena xwe agirê Newrozê gur kiribû û li Bircên Sûrê ya Amedê ku Zekîye Alkan agirê Newrozê geş kiribû bi govend û erbaneyan Newroz pîroz kir.

Li Keleha Qedîfeqaleyê Newroz Pîroz kirin

Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê li Taxa Kadîfekale ya navçeya Konakê ya Îzmîrê ku Rahşan Demîrel di sala 1992’yan de bedena xwe da ber agir, xwest li ser sûrên bajêr starta Newrozê bide. Lê li keleha ku ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, bi fermana Wezareta Karên Navxweyî bi hinceta keleh qada SÎT’ê ye destûr nehat dayîn ku agirê bê vêxistin.

Gelek welatiyên ku ji bo pîrozbahiyê hatin vir, bi dirûşmeyên “Bijî Newroz”, “Bijî Newroz” û “Zext nikarin me asteng bikin” nerazîbûn nîşan dan. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Mehmet Kûrûş û Vezan Karabûlût li vir daxuyanî dan. Mehmet Kûrûş anî ziman ku ew pêkanînên qedexekirinê qebûl nakin û got: “Em ê di 17’ê Adarê saet di 12’an de li Qada Gundogdûyê bi awayekî bi heybet Newrozê pîroz bikin û bersiva vê feraseta qedexeker bidin. Tu hêz nikare pêşiya Cejna Newrozê ya rewa û mafdar bigire. Bijî Newroz, Newroz pîroz be.”

Vezan Karabûlûtê jî diyar kir ku têkoşîna Kawayan a li dijî Dehaqan didome û got: “Êdî Cejna Newrozê ne cejn e. Bû roja têkoşîna li dijî Dehqan. Bijî Newroz, bijî Kawa, bimire Dehaq.”

Girse pişt re guh neda qedexeyan û bi dirûşme, stran û tilîliyan li hundirê kelehê meşek li dar xist. Girseyê li derveyî kelehê govend gerand.

Li Sûrên Amedê bi 75 erbaneyan Newroz pîroz kirin

Li ser sûrên Amedê jî bi minasebeta 75’emîn sal temenên Rêberê PKK’ê  Abdulllan Ocalan 75 kesan erbane xist destê xwe û bi 75 erbaneyan li bircên Amedê yên Sûrê ku Zekîye Alkan Newroz bi bedena xwe pîroz kiribûn, Newroz pîroz kirin. 75 kesên li erbanê dixin, bi 75 erbaneyan derketin ser bircên Amedê û bi erbane û meşameyan Newroz pîroz kirin.