10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Agirê serhildana gelên Îranê sar nabe

Rejîma Îranê bi şêwe û rêbazên cuda ên tundiyê û darvekirinê dixwaze pêşiya xwepêşandêran bigire lê gelên Îranê jî her roj bi şêwe û rêbazên cuda serhildana xwe berdewam dike

Serhildana gelên Îranê bi meşên şevê, dirûşmeyên li dijî rejîmê û vêxistina agir li payetxt Tehranê û gelek bajarên din ên Îranê berdewam dike. Xwepêşandêran li Tehranê pankartên bîranîna kuştina Qasim Silêmanî şewitandin û dirûşma “Bimre Xamineyî” avêtin.

Li bajarê Izeyê, xelkê bajêr, êvara roja Înê, beşdarî bi merasîmeke sembolîk a veşartina termê şehîd Mihemed Ehmedî bûn ku ew yek ji qurbaniyên serhildanê bû ku bi destê hêzên ewlehiyê hatibû kuştin.

komek welatiyên navçeya Bonk a rojavayê Tehranê, li dijî rejîma Komara Îslamî ya Îranê silogan avêtin. Dirûşmeyên “Bimre Xamineyî”, “Bimre Komara Îslamî”, “Bimre rejîma zarokkuj” û “Xamineyî yê Dehak em ê te bikujin” hatin berzkirin.

Li navçeya Saadatabad a Tehranê jî êvara înê bi şev ji aliyê komek xwepêşandêran ve dirûşmeyên “Bimre dîktator” û “Îsal sala xwînê ye, Xamineyî dê têk biçe” hatin avêtin.

Li deverên bajarê Kerecê jî xwepêşandanên girseyî hebûn, kolan bi kolan bi siloganên li dijî rejîma Komara Îslamî lidar hatin lidarxistin. komek xwepêşandêr li ser cadeya Danîşê Amûz a bajarê Kerecê agir vêxistin û siloganên dijî rejîmê avêtin.

Li rojhilatê Kurdistanê jî agir geş e

Li bajarê Pîranşarê merasîma çileya Karwan Qadir Şukrî hate lidarxistin. Di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku şehîdên serhildanan nîşan didin ku ew hêjayî jiyanek baştirin, jiyanek wekhev in. Herî dawîn girseya gel bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.Li bjarê Xuremawa ya Loristanê jî merasîma çileya Hisên Zerîncuyî bi pêşengiya jinan hate lidarxistin.

Duh li bajarê Êze ya Xuzistanê merasîma çileya Mîlad Seîdyan bi tevlîbûna sedan kes pêkhat. Li heman bajar cenazeyê Mehmud Ehmedî ku di êrişa hêzên Îranê de hatibû qetilkirin, spartin axê.

Hêjayî gotinê ye ku rejîma Îranê bi şêwe û rêbazên cuda ên tundiyê û darvekirinê dixwaze pêşiya xwepêşandêran bigire lê gelên Îranê jî her roj bi şêwe û rêbazên cuda serhildana xwe berdewam dike