27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: ‘Sala 2022’yan bi zilmê derbas bû’

Malbata Şenyaşar di roja dawî ya salê de ev peyam belav kir: “Sala 2023’yan bibe sala edaletê û bila birînên xwîn dibin bên dermankirin.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. Nobeda Edaletê ya malbatê di roja 663’yemîn de ji ber îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya Pirsûsê domand.

‘Sala 2022’yan bi zilmê derbas bû’

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê di roja dawî ya sala 2022’yan de vîdeoyek têkildarî Nobeda Edaletê belav kir û vê peyamê da: “Sala 2022’yan bi zilmê derbas bû. Hêviya li benda 2023’yan ma. Tişta ku dewletê li ser pêya digire edalet e. Bila sala 2023’yan bibe sala edaletê. Bila birînên xwîn dibin bên dermankirin. Înna lîllahî û înna îleyhî Raciun.”