6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya xizmên windayan di hefteya 725’emîn berdewam kir

Çalakiya malbatên xizmên windayan li parka koşûyolû ya Amedê di hefteya 725’emîn de hat lidarxistin

Çalakiya malbatan wekî her hefte dîsa berdewam kir. Çalakî bi tevlêbûna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û malbatan hate lidarxistin.  Di daxuyaniya vê hefteyê de malbatan banga “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” kir û çalakî di hefteya 725’emîn bi daxuyanî û axaftinên malbatan dest pê kir.

Di destpêkê de Parêzer Abdullah Zeytûn bal kişand ser dosyaya Mûsa Anterê ya ku kete ber demboriyê û ev tişt got: “Salek di ser xistina doza Apê Mûsa de derbas bû. Berê jî gelek mirov bi rengekî bêhiqûqî ji alî Jîtemê ve hatibûn qetilkirin û hê jî ev bêhiqûqî berdewam dike û mirov tên kuştin. Tevî ku ewqas bêhiqûqî hatine kirin di salên 1990’î de hatine jiyîn hê jî der barê kujeran de tu dozaname nehatine amadekirin.”

Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Abdullah Zeytûn axaftina xwe wiha berdewam kir û got: ” Li hember hemû zext û zordariyan, çi dibe bila bibe dîsa em ê têkoşîna xwe li vir bidomînin. Dîsa em ê li hember van kiryarên ku hatine kirin û hê jî tên kirin rawestin û tu carî ev tişt ew ê ji kujeran re nemîne. Kesên ku dibin çavan de hatine qetilkirin û windakirin, çi bikeve ser milê me , emê bikin û dest ji vê têkoşîna xwe bermedin. Heta ku kujer neyên darizandin em ê li vir çalakiyên xwe bidomînin.”

‘Kujerên van komkujiyan diyar in’

Piştre jî neviya Mehmet Ozdemîr, Bermal Ozdemîra ku kalê wê di sala 1997’an de li gundê Arakiyê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ji hêla dewleta tirk ve di bin çavan de hatibû qetilkirin,axivî.

Bermal Ozdemîr ev tişt anî ziman: “Beriya her tiştî kesên ku li zarokên xwe digerin tevî sermaya zêde tên li vir çalakiyê dikin. Kujer bila vê yekê baş bizanibin çi li vê dunyayê û çi li axiretê ew ê destê me di gewriya wan de be. Em ê pêşiya van kiryaran bernedin. Kujerên van komkujiyan diyarin. Em zanin kujer ji aliyê dewletê ve têne parastin û nayên darizandin. Bi salan dapîra min jî li van qadan aqubeta kalê min pirsî niha em ê bipirsin. Dewlet tu carî kujerên dest bi xwîn nadarizîne û kujeran diparêze. Em ê jî heta ku kujer neyên darizandin li van qadan bin û em ê li ber xwe bidin.”

Em ê her li qadan bin

Bermal Ozdemîr di axaftina xwe de behsa peywîra ku dikeve ser milê malbatan kir û wiha got: Vê peywirê nifşên beriya me dewrê me kirine. Em ê jî dewrê nivşên li pey xwe bikin heta aqubeta xizmên me neyê diyarkirin em ê li vir bin. Gelek caran êrîşî mala kalê min kirine û di bin çavan de gelek caran rastî îşkenceyan hatibû. Heta ku doza kalê min û ya hevrêyên wî bi dawî nebe dê her li van qadan çalakî bêne kirin.” Çalakiya malbatan bi rûniştinê bi dawî bû.