spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

AKP’ê li Silopiyayê ji ciwanan re zerf şand û deng xwest

AKP’ê li Silopiyayê bi riya PTT'ê ji ciwanên ku dê îsal cara ewil di hilbijartinan de deng bidin, zerfên ku navên ciwanan li ser şandin û jê deng xwest. Ciwanan bertek nîşan dan û wiha gotin: “AKP bila beriya her tiştî bi hawara mexdûrên erdhejê biçe.”

Îktîdara AKP’ê ku li gel şirîkê xwe MHP’ê pêvajoyeke zehmet derbas dike, ji bo hilbijartina îsal serî li rê û rêbazên sosret dide. Di vê çarçoveyê de ji bo ciwanên temenên wan di navbera 17-23 salî de, kampanyaya “Dengê min ê yekem ji Erdogan re ye” da destpêkirin.

Li gorî nûçeya nûçegihana ajansa MA’yê Zeynep Durgut di çarçoveya kampanyayê de li Silopiya ya Şirnexê bi riya PTT’ê zerfên ku broşurên bi nivîsa “Dengê min ê yekem ji Erdogan re ye” ji ciwanên cara ewil dê dengê xwe bidin re şand. Malbatên ciwanan zerfên AKP’ê çirandin û avêtin çopê. Xelkê navçeyê bertek nîşan da û wiha got: “AKP a ku nikare bi hawara mexdûrên erdhejê biçe çawa ji me deng dixwaze?”

Endama Meclisa Şaredariya Silopiyayê Fehîme Sarûhan ku heman zerf çûbû mala wan jî, nerazîbûn nîşan da û got ku AKP li şûna şandina zerfan bila bo mexdûrên erdhejê seferberiyê bide destpêkirin.

‘Ciwanan ji çanda wan dûr dixin’

Sarûhan, anî ziman ku kampanyaya AKP’ê bi xwe re di heman demê de pişaftineke çandî tîne: “AKP’ê sê roj piştî erdhejê ev zerf anîn. Di zerfê de nivîsa ‘Dengê min ê ewil ji AKP’ê re ye’ tê nivisandin. Li ser navê ciwanan biryarê didin. Îradeya ciwanan esas nagirin. Anku dibêjin ‘ez ê li ser navê we biryarê bidim bê ka hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê.’ Tu wateyeke kampanyaya wan nîne. Di zerfê de dibêje çûna te ya ewil a sînemayê, telefona te ya ewil, betlaneya te ya yekemîn, meşa te ya yekemîn a dirêj. Dê nekarin bi van tiştan ciwanan bixapînin. Hem bêexlaqiyê nîşanî ciwanan didin, hem ji çanda wan dûr dixînin û hem jî ji rastiya xwe dûr dixin.”

‘Bila bi hewara herêmên erdhejê de biçûya’

Bi domdarî Sarûhan got ku AKP rojên krîzê bo xwe vediguherîne firsendê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li şûna vê bila bi hawara herêmên erdhejê ve biçûya. Ew ne carekê lê sed caran jî biçin malbatên me, dê nekarin biryarên malbatên me biguherînin. Bi ser erdhejê re 8 roj derbas bûn lê hêj jî kesên di bin kavilan de dernexistine. Welêt êşê dikişîne lê ew qala betlane û telefonê bo ciwanan dike. Ez pir bişens im ku dê dengê xwe yê ewil nedim Erdogan. Jixwe ciwan jî dibêjin ku dengê xwe nadin Erdogan. Li şûna ku vî pereyî bo zerfan xerc bikin, bila ji bo mexdûrên erdhejê re bişînin.”

‘Nikarin bi van tiştên biçûk ciwanan bixapînin’

Di berdewamê de Sarûhan anî ziman ku tu ciwanên birêxistinkirî dengê xwe nadin AKP’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ciwanên me bi van tiştên biçûk naxapin. Divê baş bizanin ku ciwanên me dengê xwe nadin telefonekê. Hewcehiya kesekî bi telefonên wan nîne.”