21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gundê ku 120 kesan lê jiyana xwe ji dest da ji holê rabû

Li gundê Kûllar ê navçeya Nûrheq a Mereşê ku di roja yekemîn a erdhejê de 150 kes di bin kavilan de mabûn, herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gundê ku ji holê hate rakirin, tevî ku çend roj derbas bûn jî lêgerîna di bin kavilan de didome.

Di erdhejên ku di 6’ê sibatê de bi pileyên 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbû û bandor li 10 bajaran kir de li navçeya Nûrheq a Mereşê herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan. Gundê Kûllar ku di her du rojên ewil ên erdhejê de rêya wê nehat vekirin û 150 kes di bin kavilan de mabûn, hema bêje ji holê rabûye. Li gorî agahiya ku gundiyan dan herî kêm 120 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kesan jî ji bin kavilan sax hatin derxistin. Dîsa li gund bi sedan sewal jî di bin kavilan de man û mirin.

Her du rojên pêşî rê nehate vekirin

Li gorî nûçeya ajansa MA’yê û nûçegihanê wê Adnan Bîlen gundê ku ji bilî kesên li benda rakirina kavilan e kes lê nemaye, welatiyan koçî bajarên din kirin. Li gundê ku ji ber her du rojên ewil rê girtî bûn tîmên lêgerîn û xelaskirinê neçûn, welatiyan gelek kesên di bin kavilan de man bi derfetên xwe derxistin. Welatiyên ku ji gundê av û ceyran lê neyî dixwazin koç bikin, neçar dimînin ku sewalên di destên wan de mane bi nîv bihayî bifiroşin. Bi rojane ji bo sewalan av û êm nayê peydakirin û bazirganên ku ji bo sewalên li gund bikirin bi bez tên gund.

 Gel mudaxeleyî kavilan dike

Yek ji mexdûrê erdhejê Bayram Coşkûn ev tişt vegotin: “Erdheja ewil bandor li gundê me nekir lê erdheja duyemîn ku piştî nîvro çêbû gund bi temamî ji holê rabû. Me jî gundiyan jî pirsgirêkên mezin jiyan. Roja ku erdhej çêbûyî bi şev bager hebû û rê hatibûn girtin. Em gundî heta serê sibê li ber berfê man. Piştî rojekê rê hatin vekirin, kesên ku me li vir ji bin kavilan derxistin sewqî nexweşxaneyê kirin. Dema me sewq kirin rêya Elbîstanê rûxiyabû û qelişî bû. Ji ber rê girtî bû nexweş dîsa paş ve anîn. Me êşeke mezin jiya. Ji ber rê rûxiyan û şertên zivistanê dereng man. Me cîranên xwe bi derfetên xwe derxistin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan.”

Sewal bi nîvê buhayê xwe tên firotin

Mûstafa Karakûş ê got ku “Me gundê xwe, cîranên xwe û dostên xwe li vir winda kirin” ev tişt gotin: “Xesara me gelek zêde ye û wateya ku em li vir bijîn nema. Em niha gelek mexdûr in û neçar man sewalên xwe bifiroşin. Gelek ji sewalên me niha di bin kavil de ne. Ji sewalên me yên mayî re ne av ne jî êm maye. Her roj bi dehan bazirgan tên. Em ê sewalên xwe bi nîv bihayî bifiroşin û ji vir biçin. Ji ber ku êdî ne derfetên me hene ku em li vir bimînin ne jî heves heye.”

 ‘Em niha hewl didin nemirin’

Mexdûrê erdhejê Azîz Coşkûn jî da zanîn ku şeva erdhejê bi zehmetî xwe ji qerisînê xelas kirine û got: “Malên me ji holê rabûn, sewalên me mirin. Ji ber em li vir li derve dimînin, bikin ku biqerisin. Êdî em nizanin ka em ê çi bikin. Me zarokên xwe şandin derveyî bajêr. Ez jî dê sewalên xwe bifiroşim û koç bikim. Ji ber ku sedemekî ku em li vir bijîn nema. Em niha îdare dikin û hewl didin ne mirin. Li gund ne av ne ceyran tu tişt tune ye. Em ê li vir çawa bijîn?”

 ‘Dewlet, milet li ku ye?’

Yek ji gundiyan Alî Şahîn ku pirsa “Bi ser erdhejê re hefteyek derbas bû ka delwet ka milet” pirsî, ev tişt gotin: “Niha li gund av û ceyran tune ye. Ji bo me pirsgirêka herî mezin ev e niha. Ez nikarim sewalên xwe xwedî bikim. Em di rewşeke wisa de ne ku nikarim avê jî bidim sewalên xwe. Bazirgan dibezin û tên vir. Ji ber ku ji sewala 30 hezar lîre re 15 hezar lîre didin. Em jî neçar dimînin wan bifiroşin. Min di erdhejê de bûka xwe winda kir, malê min biçe dê çi lê bê? Kamyoneke min heye, betaniyekê deynim wir û hewl didm bijîm. Em niha hewl didin bijîn û nemirin.”

Li gund niha tenê welatiyên ku sewalên wan mane dimînin û di ketina gund de jî çend çadir hatine avakirin.