spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê bi ser rewşa giran de erdheja wêran

Gîvara Şêx Nûr

Zêdetirî 10 sala ye gelê Sûriyeyê bi kuştin, koçberî, guhertina demografiyayê, îşkence û binçavkirinê re rû bi rû ye. Bi ser de, di berbanga roja duşemê (6`ê Sibatê) de, tam saet di 04:17`an de rewş xirabtir bû. Wê rojê, karesateke xwezayê rû da û li dû xwe zêdetirî 8 hezar û 940 qurbanî û birîndar hiştin. Bi hezaran jî bê cih û war man û ji ber karesatê û windakirina hezkiriyên xwe, bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû mane.

Di ser karesata erdhejê re hefteyek derbas bû, wêneyên avahiyên rûxiyayî û cenazyên qurbaniyan dilê me parçe kirin. Lê di nava kavilan û wêraniyê de çirûskek hêviyek biriqî. Gelê Sûriyeyê li sernaserî cografiya Sûriyeyê ji bo alîkariya birayên xwe yên li herêmên erdhejê, ketin tevgerê û li seranserî bajarên Sûriyeyê dest bi hemleyên hevgirtina civakî kirin.

Tevî wê jî, hîna hikumeta Şamê, dewleta tirk û dûvikên wê li ser xirabî û hovîtiyê di pêşbirkê de ne. Ji ber wê yekê, ew alîkarî negihîştin mexdûran. Pê re hêrsa gelê Sûriyeyê ya li hember her du aliyên ku parastina mafên gelê Sûriyeyê îdia dikin, zêdetir bû.

Heta kêliya amadekirina vê gotarê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 3 hezar û 587`an. Her wiha 5 hezar û 356 kes birîndar bûn. Bi hezaran malbat bê cih, li ser rêyan û di nava serma û seqemê de mane. Belê, felaketeke mezin e! Divê hikumeta Şamê û dewleta tirk nakokiyên siyasî deynin aliyekî û ji bo alîkariya vî gelî li rêyan bigerin.

Karesat ket hefteya xwe ya duyemîn, li gorî rewşê û delîlên zanistî îsbat bû ku xwediyên biryarê yên li Şamê û çete, ne sûriyeyî ne, lê belê komên diz û mafyayê ne, li herêmên serweriya xwe xwîna gelê Sûriyeyê dimijin.

Mafyayên Şam, dewleta dagirker û çeteyan bi hemû rengên xwe, hîna jî aliyê mirovî yê vê felaketê paşguh dikin. Bi taybet mijara vekirina deriyên mirovî ji bo gihandina alîkariyên ji hundir û derveyî herêmên Sûriyeyê ji bo mexdûran. Hê jî karwanên alîkariyan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li benda erêkirina aliyên din e, da ku alîkarî bikevin herêmên erdhejan.

Di vê rewşê de, pêwîstiya mexdûrên erdhejê yên li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi alîkariyên mirovî heye. Lê yek ji aliyên erênî yên vê karesatê ew e ku yên welatparêzî îdia dikirin, rastiya wan derket holê. Kî bi rastî bi berjewendiya gelê Sûriyeyê difikire, kî yekitiya gel dixwaze jî eşkere bû. Alîkariyên Rêveberiya Xweser- ku nakokiyên siyasî danîn aliyekî- jî mînaka herî mezin e.

Her wiha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî du rojan ji erdheja li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê û herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê çêbûye, ji bo alîkariya mexdûran ên li Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, herêmên di bin serweriya Şamê de û herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, kampanyayeke alîkariyan da destpêkirin.