26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktîvîstê kurd Bariş li Almanyayê jiyana xwe ji dest da

Xebatkarê Hevya Sor a Kurdistanê û Endamê Parlamentoya Kurdistanê ya Derveyî Welat Suleyman Bariş di 72 saliya xwe de li diasporayê li nexweşxaneya Helios Klinikum ya Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Suleyman Bariş (Silêmanê Tiho) di sala 1949’an de li gundê Gede yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji dayik bû. Bavê wî Tiho kurê Muho Keleşê bi nav û deng bû. Dîya wî Wedfa Şêxo jî jineke navdar bû. Ew birayê biçûk ê Îsmet û Evdo, kekê Nişmiya bû. Bavê 13 keç û kuran bû. Nuxuriyê wî Azad bû. Bavê Îbrahîm, Alî, Dîlan, Milkiya, Fîdan, Dewrim, Binevş, Dicle, Firat, Tîrêj, Xabûr û Rozelin bû. Apê rojnamevan Loqman Bariş, xezûrê nivîskar Îbrahîm Osman bû.

Dema ew 7 salî bû, malbata wî koçî gundê Zewra bû. Tevî mirovên xwe vî gundê aniha lê ne, ava kir. Jiyana wî, rojên wî yên xweş û tal li vî gundî derbas bûn. Li vî gundî zewicî. Li vî gundî bû bav û palpiştê şoreşa kurd.

Di sala 1977’an de ji vî gundî koçî Almanyayê kir. Li wir bû damezrênerê komeleya DDKDê ya li bajarê Celle. Çalak karûbarên komeleyê meşand. Di 1982’an de vegeriya vî gundî. Li vî gundî ji ber şoreşgerîya xwe hat girtin û di girtîgehê de rastî îşkenceyên giran hat. 1988’an de dîsa koçî Almanyayê kir û li bajarê Freiburgê tevî kurê xwe Azad bingeha Tevgera Rizgariya Azadiyê avêt.

Ji ber xebata xwe di dilê gel de cîh girt û di sala 1991’ê de weke endamê Parlemana Kurdistanê ya Derveyî Welat hat hilbijartin. Ji wê rojê heta dawiya jiyana xwe xebatên Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de, gelek xebatên girîng meşand.

Roja 10 Tirmehê 2021’ ê, di 72 saliya temenê xwe de, li diasporayê li nexweşxaneya Helios Klinikum ya  bajarê Hildesheim a Almanyayê, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Ew li nava civaka xwe bi navê “Apê Silêman, welatparêzê bêrawestan dihat naskirin.”

Kurdekî esîl bi ola xwe ji pêsîra Ezî, eşîra navdar Merwanî bû. Suleyman Bariş 42 salan bêrawestan ji bo azadiya gelê kurd têkoşiya. Hetanî nefesa dawî xebat kir.

Suleyman Bariş di heman deme de helbest dinivisand û dixwend.

Yek ji helwestê wî wiha ye:

Ez hêdî hêdî meşiyam li nava baxçeyê gulan,

Xweş tê guhê min denge şalûl û bulbulan,

Hawar dikim gaziya min ketiye dila,

Werin hevalno em mil bidin milan,

Van baxçeyên mîna gul û buhişt

Gul û rihan têde bûne mişt

Li aliyekî ew sê gul mabûn,

Her sê gul bilind rabûn,

Ez gulek spî, yek sor û yek zer,

Ez hêdî hêdî meşiyam çûme ber,

Min bang kiriye wê gula ser,

Gula ser kişandine çend keser,

Min got gulê ji bo çi tu zer,

Got ez derdê xwe bejim,

Fermo tu gul bide min ne dil.