12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakgerên ji Siwêdayê banga hevgirtinê li jinan kir

Di hefteya çaremîn a xwepêşandanên li bajarê Swêda ê Sûriyeyê, çalakgerên jin destnîşan kirin ku divê jin bibin yek û xebatên xwe li hember zordariya li dijî jinan tê kirin, bi rêxistin bikin

Xwepêşandanan li Siwêdayê ketin hefteya 4`an, şêniyên herêma başûr careke din banga dûrxistina El Esed û çareseriya siyasî ya giştî li welêt a li gor biryara 2254′a NY`yê dikin.

Jinên ji Siwêdayê yê pêwîst dîtin ku cihê xwe di refên pêşîn ên xwepêşandanan de bigirin û banga mafên xwe bikin, nexasim ku êdî jin bi awayekî mezin û balkêş di qada xwepêşandanan a Keramê ya Siwêdayê de beşdar dibin.

Aktîvîsta sivîl û siyasî ya ji Siwêdayê Beraa Neîm der barê beşdariya berfireh a jinan de di xwepêşandanan de  ji ANHA′yê re axivî û got: “Beşdariya xurt a jinan ji ber gelek sedeman e, nexasim ku yên herî zêde di encama şerê rejîma Sûriyeyê yê li dijî gel de zirar dîtine, jin in. Ji ber wê jin li vir e û dibêje ji cîhanê re, li dijî me zulm hate kirin û divê hûn piştgiriya me bikin. Me wek dengekî sûriyeyî ku li hundirê Sûriyeyê heye, nas bikin. Em jin banga mafên xwe û mafên zarokên xwe dikin.”

Beraa anî ziman ku divê jin li hember çewisandina azadiyan a li dijî wan hatiye kirin, bibin yek, banga azadiyê, edaletê, pêkanîna çareseriya siyasî ne tenê li herêma başûr an jî Siwêdayê bikin, di heman demê divê çareseriyeke giştî bi taybet ji bo jinan hebe.

Beraa wiha lê zêde kir: “Jinên Sûriyeyê bi gelek zehmetî û hemû cûreyên îşkencê rû bi rû bûn û fedakariyên mezin kirin. Ji ber wê jî pêwîst e em bi rêya qanûn û destûreke giştî û hevgirtî ku mafên jinan diparêze, dengê xwe bikin yek. Ji bo ku bibe dengekî bihêztir li hember çewisandina azadiyan.”

Beraa bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku piştgiriyê bidin wan û berê xwe bidin qadan û banga azadî û xweseriya xwe, mafên xwe û mafên zarokên xwe bikin.

Têkildarî heman mijarê, aktîvîsta sivîl û hiqûqî ya ji Siwêdayê Îman Ebû Esaf jî wiha axivî û got: “Beşdariya jinan di xwepêşandanan de asta zanabûna wan nîşan dide.”

Îman wiha pê de çû: “Salên şer roleke mezin di bilindkirina asta hişmendî û zanabûnê li cem jinên Sûriyeyê de list. Jinan fêm kirine civak, dewlet û nasname bê xweseriya jinan bê wate ne. Her wiha şert û mercên cîhanî û teknolojiyê, guhertinên cîhanî, herêmî û çanda belav a têkildarî rizgariya jinan xwedî rol bûn.”

Îman destnîşan kir ku şer, koçberî û mirina bêwate, heta radeyeke mezin di şikandina qalibên jinan de list û got, jin ji rewşa dilxwazî yan jî ya bêdil a xebatkirinê, derbasî çalakiyên sivîl bû û wek xwepêşdandêr, orgenîzator û teorîsyen derdikeve qadan.

Îman Ebû Esaf di dawiya axaftina xwe de got: “Divê jin xebatên xwe yên siyasî, tevger û çalakiyên xwe birêxistin bikin. Ev kêlî, ji bo xebateke birêxistinkirî guncew e ku xwedî nêrîneke teorî ye, dibe bingeha destûreke layiq ya ku wekheviyê dabîn dike.”