2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê nêzî 200 wesayîtên zirxî şand ser navçeya Sîdekanê

Duh bi şev 200 wesayîtên zirxî ku têde hemû cûre alavên leşkerî yên giran hene ji Deşta Heyatê û beşek jî ji Deşta Herîrê ber bi navçeya Sîdekan ya Biradostê ve hatin şandin. Beşek ji van çekan gihiştiye Sîdekan.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) duh bi şev PDK ku di ji bo piştgiriya dagirkeriya Tirkiyeyê bike nêzî 200 wesayîtên ku tê de gelek cûreyên çekên giran weke doçka, top û hwd hene. Herwiha tank û panzer ji du cihan ber bi navçeya Sîdekan ya herêma Biradostê veguhestiye.

Li gorî agahiyên nûçeyê beşek ji wan wesayîtan ji Deşta Heyatê ya girêdayî herêma Biradost hatiye şandin. Beşa din jî ji herêma leşkerî ya Deşta Herîrê ya nêzî Hewlêrê hatine şandin.

Li gorî hin çavkaniyên herêmê, tê payîn ku ew veguhezîna hêzê ya ji aliyê PDK’ê bi armanca êrîşa ser herêma Goşînê, Gewriya Sînga û Gewriya Berbizinê hatiye pêkanîn.