19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûm malê şaredariyê bi teqsîtan difiroşe

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, vê carê jî mal û milkên şaredariyê bi teqsîtan difiroşe.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, beriya hilbijartinên herêmî mal û milkên şaredariyê difiroşe. Li gorî nûçegihana ajansa Mezopotamyayê Rûken Polat, meclisa bi fermana qeyûm hatiye diyarkirin, ji bo qada navborî biryara xebata fîzîbîlîteyê kir. Hîna 10 roj di ser vê biryarê re derbas nebûn, qeyûm daxuyand ku dê di 19’ê îlonê de ji bo qadeke 5 hezar û 600 metrekare îhaleyê çêbikin. Di dauxyaniyê de bedêla îhaleyê wekî 36 milyon TL hatiye diyarkirin. Her wiha diyarkirin ku fîrmaya îhaleyê bigire dikare pereyê xwe bi 6 teqsîtan bide.

Dikanan difiroşe

Şaredariyê 11 dikanên di hundirê Vanpark AVM’yê de jî dan ber firotinê. Îhale dê di 26’ê îlonê de bi usûleke sergirtî bê kirin. Dikanên ku berê çend caran ji bo wan îhale hatin çêkirin, kesî ew nekirî bûn. Ji lew re AVM’ya heyî du sal in naxebite û girtî ye. Ji bo dikanan jî 183 milyon TL hatiye diyarkirin.

213 hezar metrekere tê firotin

Rêveberiya qeyûm berê jî li navçeya Artemêtanê ji bo firotina bi hezaran donim erdî karbidestî xistibû destê meclisa tayinkirî. Şaredariyê ji bo 77 erse û 213 hezar û 457 metrekare erseyên li taxên Eskîcamî û Yenîcamiyê îhale çêkirin. Îhaleyên van erseyan dê di 20-21’ê îlonê de bên çêkirin. Ji bo van erseyan 800 milyon TL fiyet hatiye diyarkirin.