6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Endamê Komîteya Navendî ya Komele: Em çek danaynin!

Endamê Komîteya Navendî ya Komele Seîd Amanî da zanîn ku hertim Tirkiye û Îran sînorên Herêma Kurdistanê derbas dikin û bombebaran dikin. Seîd got; “Çekên me tenê ji bo parastina mene û em ne amadene çekê deynin”

Hikumeta Iraq û Îranê di 19’ê Adara 2023’yan de lihevkirinek dualî îmze kirin û Îranê ji Iraqê xwest ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dimînin bên bêçekkirin û wan bixin kampan de yan jî wan bişînin welatê sêyem. Îranê weke xala lihevkirina bi Iraqê re roja 19’yê Îlonê, weke roja dawiyê ya lihevkirinê diyar kiriye. Ji bo bidawîbûna dema ji aliyê Îranê ve hatiye diyarkirin jî tenê çend roj mane.

Endamê Komîteya Navendî ya Komele (Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunîsta Îranê) Seîd Amanî derbarê mijara bêçekkirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê, komkirina wan ya di wargehan de û helwesta hêzên Rojhilatê Kurdistan ya dijî dema Îranê diyarkirî, ji nûçegihanê ajansa Rojnews, Baran Germiyanî re axivî.

‘Îran hertim êrîş dike’

Destpêkê Seîd Amanî diyar kir ku Komara Îslamî hertim êrîş dike, beriya salekê û niha jî vê yekê kir, baregehên partiyên muxalefetê yên Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir. Seîd da zanîn ku di encama êrîşan de jin û zarok jî di nav de xelkê bê guneh şehîd bûn, piştî wê jî Îranê bi Iraqê re demek diyar kir ku wan partiyan bêçek bike û li wargehan kom bike.

Seîd wiha pêde diçe; “Li gorî yasayên navnetewî nabe sînorê welatekî were derbaskirin, yan jî were topbaran kirin. Lê xaka Herêma Kurdistanê êdî ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve tê derbaskirin û bombebaran kirin. Di encama êrîşên ser muxalefetê de jî hemû welatiyên sivîl şehîd dikevin. Komara Îslamî li ser gefên xwe bi israre, me jî li hemberî vê amadekariyên xwe kiriye.”

‘Di wargehan de jin û zarok hene’

Der barê banga Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo valekirina wargehên partiyên Rojhilat ên di nav xaka Herêma Kurdistanê de, Seîd dibêje; “Hikmeta Iraq û Herêmê dem daye partiyan, lê heya niha tiştek fermî negotine ku herêmê vala bikin yan jî çek deynin. Wargeha me ya sivîlane û malbat tê de hene. Ji bo ku li ser xelkê Herêma Kurdistanê gef çênebin, ev demek dirêje me xwe ji liv û tevgera leşkerî û şandina pêşmergeyan ya ji bo Rojhilatê Kurdistanê parastiye.”

‘Çek ji bo parastinê ne’

Der barê gote goteyên hêzên Rojhilat daxwaza çek danînê qebûlkirine, Seîd got; “Çekên me bi me re ne, ji bo parastina me ne. Ev bi salane me dest ji çalakiyên leşkerî berdaye û bi karê siyasî ve mijûl dibin. Ji bo vê pêwîste di nava hemû nakokî, hêzên kevneperest yên weke DAIŞ, Heşdî Şabî û tevgerên Îranê de, çek di malên me de hebin. Komara Îslamî çiqas hewl bide, wê bi kiryar jî encamek bidest nexe. Bi hezaran malbat di nav wargehan de hene, ti liv û tevgerek cûda nekirine ku ewlekariya vê herêmê bixin metirsiyê.”

Seîd destnîşankir ku mafê wan heye ew jî weke penaber di nav xaka Herêma Kurdistanê bijîn û karê xwe yê siyasî bikin.

Seîd Amanî di dawiyê de got; “Bûyerên rû didin ji me re dibêjin ku çiya cihê hewandina pêşmergeyane. Ti zextek li ser kesên di nav bajar û wargehan de niştecihin, nîne, ger zextan li ser me zêde bikin, em çek nadeynin. Ev jî nayê wê wateyê ku em liv û tevgera leşkerî bikin. Destpêkê çek rakirina me ji bo parastina me bi xwe bû, em hertim bi karê siyasî re mijûl bûn û çi astengî bikeve pêşiya me jî, em ê xebata xwe dewam bikin.”