17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zexta li ser çapemeniyê û hêza rojnamegeran

Serdar Altan

Ji bo rojnamegeran jiyan her tim awarte ye û zehmet e. Karê ku dimeşînin hinek rê li vê yekê vedike. Lê belê xebata wan ji gelek tiştên ne bi destê wan bêhtir bandor dibe. Ya herî berbiçav jî pêkutiyên desthilatdaran e. Lewma dema kesek karê rojnamegerî bike pêwîst e ji gelek neyîniyan re amade be.

Lê ev nayê wê wateyê ku pîşeya rojnamegeriyê her tim di nava nexweşiyê de be û rastî zor û zordestiyan were. Yanî ev ne qeder e. Ev rewşek çêker e. Rewşek ku bi destê pergalê hatiye sazkirin e. Tê xwestin ku rojnameger ji rastiyan dûr bikeve. Xwe nêzîkî pirsgirêkên esasî neke. Tiştên ku fêdeya wê ji gel re hebe nenivîsîne. Heqîqet berovajî bike û saltanata desthilatdariyê xira neke.

Ev yek li tevahiya cîhanê jî bi vî rengî tê jiyîn. Lê bi taybet li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dema tu rojnameger bî tê wê wateyê ku tu agir bi destê xwe digirî. Ew agir dibe ku nebaş û xêrnexwazan dax bike. Lê ew jî hewl didin ku bi wê agirê te bişewitînin. Di van çend salên dawî de em vê yekê baştir dibînin.

Rojnamegerî tê qetilkirin

Helbet li Tirkiyeyê dema mirov behsa pîşeya rojnamegerî, zext û zora li ser rojnamegeran bike divê mirov dîrokê pir bi dema kevn ve bibe. Lê ev 30-40 salên dawî ji me re gelek tiştên vekirî dibêje û gelek rastiyan radixe ber çavan. Em ji rojên ku hevalên me yên rojnameger di kuçe û kolanan de dihatin qetilkirin derbas bûn. Her çiqas tê gotin ku îro rojnameger nayên qetilkirin jî, bi awayeke vekirî em dikarin bibêjin ku îro jî rojnamegerî tê qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê vê yekê pir vekirî pêk tîne. Dirêj dirêj em li ser vê serpêhatiya 20 salên dawî nasekinin helbet. Ji ber ku bi çend hevokan em nikarin vê serdema kambax bînin ziman û bidin fêmkirin. Dema em li vê sala dawî jî tê de binêrin gelek tiştan mirov baş dibîne.

Piştî çend rojên din, ango di 14’ê îlonê de doza yekem a du hevalên me Abdurrahman Gok û M. Şah Oruç wê bê dîtin. Her du rojnameger di operasyona berfireh a 25’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin û paşî wan avêtin zindanê. Piştî angaştnameya wan diyar bû em pê hesiyan ku ev hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamegerî têne darizandin. Beriya wan doza mezin a 18 rojnamegerên ku par hatibûn girtin û 12’ê tîrmehê hatin berdan hebû. Dîsa 11 hevalên ku di lêpirsîna dozgeriya Enqereyê hatibûn girtin û yên hatibûn berdan jî hebûn. Ji bilî wê di nava salê de gelek rojnamegerên din hatin binçavkirin û doz li wan hatin vekirin. Yên avêtin zindanê jî hebûn.

Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê hê jî 59 rojnameger di zindanê de ne. Di nava wan de Hevseroka komeleyê Dîcle Muftuoglu jî heye.

Vê dawiyê li Tirkiyeyê jî rojnamegerên weke Merdan Yanardag û Bariş Pehlîvan hatin girtin. Li aliyê din nivîskar û rewşenbîr Celalettîn Can ê ku tevlî kampanyaya piştgiriyê ya ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bibû ceza lê hatibû birîn, avêtin zindanê.

Êrîşî rojnamegeran dikin

Helbet ji xeynî girtin û vekirina dozan rojnameger her tim di bin astengkirin, tehdît û lêdanê de ne. Li qadê ji bo karê xwe nekin her tim têne astengkirin. Gelek caran rastî êrîşan tên. Bi taybet rojnamegerên çapemeniya herêmî gelek rastî zext û zordariyê tên. Weke mînak wê rojê li Wêranşara Rihayê rojnamegerê bi navê Mehmet Karakeçîlî rastî êrîşa zilamên şaredar hat û bi giranî birîndar bû. Beriya wê li Tetwanê rojnameger Sînan Aygul rastî êrîşa mirovên şaredar û polîs hatibû û îşkenceyek gelek giran lê hatibû kirin.

Van tiştên ku me jimartin pêkutiyên xuyayî ne. Ji bilî van gelek tiştên ku xuya nakin hene. Ji ber zext û zodariyê bi sedan rojnameger niha li welatên xeribiyê li sirgunê ne. Piraniya wan di nav şert û mercên nebaş de jiyana xwe berdewam dikin. Sazî û dezgeyên çapemeniya kurd li welatê Ewropayê jî hene û gelek kes li wir dixebitin.

Ev hevalên me bi awayekî dixwazin pîşeya xwe berdewam bikin û hewl didin hin tiştan bikin. Hin ji wan jî xebatên xwe li ser malperên înternetê û medyaya dijîtal berdewam dikin. Lê belê desthilatdariya faşîst ewqas bêtehemule ku gelek caran nahêle ku ev rojnameger karê xwe bimeşînin û ji bo hesabên wan asteng bike çi ji destên wê tê dike.

Xwe li şer germ dikin

Di halê hazir de aboriya Tirkiyeyê, di dîroka xwe de nebaştirîn rewşa xwe dijî. Di pêvajoya ku xwe li şer germ dikin de di her qadê de zext û êrîşan dibin ser kurdan û hewl dan neçareseriyê hîn kûrtir bikin. Êrîşên li dijî Rojava û başûrê Kurdistanê, lûtkeya van polîtîkayên şer e. Hewldanên ji bo şolîkirina rastiyan û hewldanên li dijî qada dijîtal, rasterast hewldana veşartina rastiyan e.

Rojnameger tên darizandin

Ev geşedan û qewimîn tev nîşanî me didin ku hewldanên bêperwa yên li dijî rojnamegeran bi çi mebestê tên kirin. Dixwazin ku ev tiştên diqewimin û tên jiyîn kesek jê hayedar nebe. Dixwazin ku rastî di tariyê de bimînin û kesek bi heqîqetê nehese. Dema rojnameger bi darê zorê werin bêbandorkirin, wê demê kar û barê wan hêsantir dibe û bingehek amade dibe ku civakê li gorî dilê xwe manîpûle bikin. Sedem ev e ku ev hevalên me girtî û di zindanê de ne û bi sedan rojnameger tên darizandin û cezakirin.

Lê helbet rojnameger ne neçar in û dikarin vê tariyê jî ronî bikin. Hêza me û hevalên me heye ji bo vê yekê. Bi taybet rojnamegerên xebatkarên çapemeniya azad di vî warî de peywirek zahmet hildane ser milê xwe û heta ji dest wan tê ji bo rastî di tarîtiyê de neminin dixebitin. Pêwîst e ev hêza wan bê xurtkirin. Divê her derdorên welatparêz û demokrat ji bo vê hêzê mezin bikin bixebitin. Bila neyê jibîrkirin; ger çapemenî azad nebe civak jî azad nabe û ger piştevanî nebe wê demê serkeftin jî pêk nayê.c