4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara berdewama girtina Gok hate dayîn

Di danişîna ewil a doza rojnamevan Abdurrahman Gok de biryara berdewama girtina wî hate dayîn

Edîtorê Ajansa Mezopotamya (MA) Abdurrahman Gok di 25’ê nîsanê de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî çend rojan hatibû girtin. Derbarê Gok de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. Dadgehê biryara berdewama girtina Gok da û doz taloqî 5’ê kanûnê kir.

Axaftina bi rojnamegeran re jî kirin sûc
Gok, anî ziman ku axaftinên wî yên telefonê yên bi rojnamevanan re jî kirine sûc û da zanîn ku di doza beriya niha dihate darizandin de axaftinên di navbera salên 2017 û 2020’an de jî tu sûc nehate dîtin.
Gok, anî ziman ku derbarê wî de îfadeya şahidekî nepen jî heye û wiha got: “Li gorî min xala bingehîn a vê dozê wêneyên min ên Kemal Kûrkût ê hatiye kuştin in. Zexta doza bi van wêneyan derbarê polîsan de hatiye vekirin heye. Ji bilî vê ez tiştekî din nabêjim.”
‘Dadgeh di bin zextan de ye’ 
Parêzer Resûl Temûr ê pişt re mafê axaftinê wergirt, qeydên SGK’ê yên têkildarî xebitîna Gok pêşkeşî dadgehê kirin. Temûr, anî ziman ku şahid Umît Akbiyik di îfadeya xwe ya ewil de navê muwekîlê wî nedaye, di pêvajoya pişt re de dozger weke ku ji şahidî re bibêje “Navê Abdurrahman Gok bide” hewl da îfadeyê jê bigire û wiha got: “Dema mirov li temamiya dosyayê dinêre têkildarî ‘endamtiya rêxistinê’ ya muwekîlê min tu delîl tune ne. Hêzên ewlehiyê û dozgeriyê şiroveyeke wiha kiriye. Ev ne tenê zextê ne li muwekîlê min li dadgehê jî dike.”
Ji heman sûcan hate darizandin 
Temûr, da zanîn ku muwekîlê wî beriya niha ji heman sûcan hatiye darizandin û anî ziman ku yekane ferqa di vê dozê de îfadeya şahid e. Temûr, bi bîr xist ku muwekîlê wî ji dozên din beraet kiriye û wiha berdewam kir: “Di vegotina şahid de têgeha demê nîne. Heke kronolojiye bigirin dest em dibînin ku beyanên heta sala 2021’an e. Muwekîlên min ji dozên vê serdemê beraet kiriye. Darizandin dubare ye. Di dosyayê de Belgefîlma Kobanê jî weke delîl tê nîşandan. Heke ev belgefîlm bê temaşekirin dê were dîtin ku têkildarî xebatên muwekîlê min ên rojnamevaniyê ne.”
Parêzer Temûr: Delîl nînin 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî anî ziman ku ji ber Gok bi kişandina wêneyên Kemal Kûrkût bûyer ronî kir ji wê demê ve bedelê vê yekê dikişine. Aktar, ji ber derbarê Gok de sûcdariyeke zêde nîne xwest bê berdan.
Piştî parasatina parêzeran dozger daxwaza berdewama girtina Gok kir.
Gok: Ez ê rojnamegeriyê bidomînim 
Gok ê têkildarî berdewama girtina xwe mafê axaftinê wergirtin wiha got: “Di dosyayê de tu kêmasî nînin. Beriya ku bêm girtin ji aliyê polîsan ve gelek caran hatim şopandin. Ez di bin kontrolê de me. Ev çima sedemê girtina min in. Min her nûçeya çêkirî parast. Ez ji darizandinê nerevîm. Ez tev li danişîna ku 22 sal cezayê hefsê ji min re dihate xwestin jî bûm. Ez li hundir jî bim li derve jî bim rojnamevaniya min dê bidome. Ez daxwaza berdana xwe dikim.”
Danişîn taloqî 5’kanûnê bû 
Dadgehê biryar da ku şahid Umît Akbiyik di danişîneke din de were guhdarkirin, dosyayên Gok ên li Yargitayê bên xwestin û girtina Gok bidome.
Danişîn taloqî 5’ê kanûnê hate kirin.