8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD’ê lîstikên hêzên hegomon li Dêrazorê pûç kir

Rojnamevan Rûken Cemal têkildarî armanc û encama operasyona HSD’ê ku li Dêrazorê pêk anî diyar kir ku hêzên hegomon xwestin lîstoka Hesekê ya zindîkirina DAIŞ’ê li Dêrazorê dubare zindî bikin, lê HSD’ê ev lîstik pûç kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi serkêşiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 27′ê Tebaxa borî de, bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ operasyoneke ewlehî û leşkerî dabû destpêkirin. Armanca sereke ya operasyonê hedefkirina şaneyên DAIŞ a terorî ye ku di sala borî de zêdetirî 60 êriş li dijî hêzên HSD’ê yên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên herêmê pêk anîn. Armanca din a operasyonê serdegirtina bazirganên narkotîkî û sûcdar ne yên ku ji aliyê saziya edaleta Dêrazorê ve têne xwestin bû. Ji ber ku sûc li dijî şêniyan û saziyên giştî kirine.

Têkildarî armanc û encama operasyonê Rojnamevan Rûken Cemal nirxandinên girîng kir. Rûken Cemal anî ziman ku di du rojên pêşîn de, operasyon li gorî hatibû plankirin bi rêve çû û wiha got: “Wekî rojnamevanek li ser vê axê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebatên rojnamevaniyê dikim û şahidiyê dikim, dikarim bibêjin, bi rabûna gelan ango ji 2011’an ve li Rojhilata Navîn wekî bahara Ereban hat naskirin. Bi taybetî bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, wekî şoreşa gelan hat naskirin. Ev şoreş her sal derbas bû, mezintir bû. Bû şoreşa Sûriyeyê. Bû şoreşa ku bandora xwe li ser Rojhilata Navîn, li ser asta cîhanê bike. Ji ber ku hêzên navdewletî û hêzên herêmî yên berjewendîperest, tenê li ser esasê berjewendiyên xwe yên dagirkeriyê tev geriyan. Li ser esasê ku serweriya xwe li ser herêmê bikin planan pêş dixin. Her tim tifaqan bi hevre çêdikin. Bi taybetî wekî 2 hêzên sereke yên hegomon Amarîka û Rûsya û li kêleka wê hêzên herêmî yên li pişt van hêzên hegemon, dema mirov dinirxîne ya rastî di şoreşê de û îro di operasyonên HSD’ê ya xurtkirina ewlehiyê ku di 27’ê tebaxê de dabû destpêkirin, dema em tînin gel hevdû, em dibinin ku plan û lîstokên wan ji hevdû ne cuda ne. Di destpêka şoreşê de planên van hêzên hegomon li ser çi esasî bû îro jî heman tişt e. Armanc heman planên têkbirina şoreşê ye. Armanc têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Planên hêzên hegomon ên li ser Rojava nehatine guhertin

Rojnamevan Rûken Cemal, da zanîn ku dema ew vê yeke dinirxînin, li ser vê herêmê ji çeteyên Ceşîl Hur bigire ku wekî OSO tê naskirin, heta çeteyên El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê, li kêleka wê wekî hêza ku xwe bi îtîlafê bi nav dike û hêzên hemogon û herêmî yên li pişt van çeteyan dema mirov dinirxîne, dibimin lîstik û planên wan ên li ser Rojava ango Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê wekî bere ne û wiha berdewam kir: “Nehatine guhertin. Planên wan li ser bingeha projeya Demokratîk, projeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên herêmê nûnertiya xwedi nava vê yeke de digirin yek rojê jî ne rawestiyan. Eger bi berxwedaniya mezin ew qas însan li pey xwe kom kirin, bi berxwedana Şervanên HSD’ê ku bi şer herêm rizgar kirin, bi hamleyên Rizgarkirina Minbinç, bi hamleyên Rizgarkirina Tebqa û Reqaqê, herî dawî li Baxozê wekî coğrafik, em dizain hêzên DAIŞ’ê li ser ruyê erde bi tmamî hêza xwe winda kir. Şikandinek mezin pêk hat. HSD’ê serkeftina xwe li herêmê ragihand.”

Rojnamevan Rûken Cemal, diyar kir ku ji wê rojê heta niha êdî 5 sal in, herêma Dêrazorê û hemû herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliye Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê ve di pêşengiya şervanên YPG û YPJ’ê ve tên parastin û wiha lê zêde kir: “Li kêleka vê berxwedana heyî lîstok jî didomin. Bi saya vê berxerdana ku li ser vê axê pêş ket, îro pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatiye avakirin. Di vê pêkhateyê de hemû bawerî, hemû netewe û hemû nasname hene. Dikarin xwe pênase bikin û xwedî vîn in. Nûnertiya vîna xwe dikin.

Xwestin lîstika Hesekê li Dêrazorê dubare bikin

Rûken Cemal, destnîşan kir ku li kêleka berxwedana HSD, YPG û YPJ’ê lîstok jî tên lîstin û wiha got: “Bi saya vê berxwedana ku li ser vê axê pêş ketiye îro pergalek xweseriya demokratÎik hatiye avakirin. Di vê pergalê de hemû bawerî, pêkhate di navde cihê xwe digirin. Li vir pênaseyên xwe dibînin û bi vîna xwe dijîn. Nûnertiya xwe dikin. Lê hêzên hegomon, hêzên dagirker ku di serî de dewleta tirk a dagirker û li kêleka wê rejîma Sûriyeyê û rejîma baasê ku em bi nav dikin, hîn tehamul nake ku çawa hemû gelê Sûriyeyê li dijî kiryar, polîtîka û rejîma baas a Sûriyeyê rabûye. Ji ber ku vê yekê hezm nake, Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê di bin de li dijî pergala xweseriyê lîstokan amade dikin. Bi desteka hêzên hegemon ên mîna Amarîka û Rûsya li dijî pergala xweseriyê şer dikin. Ev operasyonên îro jî li dijî van lîstekên wan pêk hat. Geşedanên li herêmê ji lîstokênk borî ne cudatir û serbixwe ne.”

Rûken Cemal anî ziman ku sala borî di 20’ê Çileya 2022’an de bi carekê bi lîstokek pir fireh û bi êrîşek pir mezin li ser hespa Sînea ya Hesekê pêk hat. Ev lîstok û plana mezin di encama hevgirtin û yekîtiya gelê Hesekê, gelê herêmê û HSD’ê de pûç derket. Bi vê lîstokê hewl dan bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji vê girtîgehê xelas bikin. Xwestin bi rizgarkirina çeteyên DAIŞ’ê dîsa serweriya xwe li Hesekê belav bikin. Xwestin nîşan bidin ku DAIŞ bêtir xurt e.”

Xwestin fitneyekê ava bikin

Cemal, bibîr xist ku lîstokên îro li Dêrazorê rû da jî dişibe heman lîstika Hesekê û wiha dirêj kir: “Li van 5 gundên Dêra Zorê kiryarên xerab tên kirin. Dixwazin maddeyên hişbir ji Şamê û herêmên ku Îran lê serwer e derbasî herêmên rêveberiya xweser bikin. Beşek ji endamên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ketibûn nava vê lîstokê û têkilî wan bi dewleta tirk û rejîma baasê re hebû. Hêzên hegemon plana lîstokekê digirin. Bi navê zarokên eşîran dixwestin dijberiyekê ava bikin.  Xwestin fitneya ku eşîrên vê herêmê HSD’ê naxwazin pêş bixin. Xwestin rewşeke wekî ku eşîr dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin, bidin avakirin. Xwestin bi vê lîstikê li dijî pergala Rêveberiya Xweser êrîşekê pêş bixin. Ji ber vê yekê di roja sêyemîn de endamên Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê yê berê Ahmet Ixbêl yê bi navnav Ebû Xewle tevî komek bi wîre hatin girtin.  Vana ji aliyê edaleta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin xwestin. Li ser wan hinek sûc hatîn belgekirin. Gelê herêmê ji kiryar û zextên wan bêzar bûn. Li ser daxwaza gelê herêmê ev operasyona xurtkirina ewlehiyê dest pê kir. Gel ji kiryarên Ebû Xewle pir bêzar bûn. Gel rastî pir tahdeyiyên Ebû Xewle dîtibûn. Hêzên girêdayî dewleta tirk a dagirker û rejîma Baas, bi destê van kesan xwest QSD’ê li ber çavên gel reş bike. Ji ber vê yekê vê komê gelek kiryarên xerab kiribûn. Vê komê bi awayekî veşartî îşkence li însanan kir û însan qetil kirin. Bi qaçaxvanî maddeyên hişbir li nava civakê belav kirin. Qaçaxvaniya çekan kirin û xwestin êrîşek hundirîn pêş bixin. Dîsa bi destê Ebû Xewle li dijî jinan zextên dijwar hatin kirin. Li Dêra Zorê tecawizî 2 jinên ciwan kirin û qetil kirin. Vê yekê di nava gel de nerazibûnek pir mezin pêş xist. Ji ber van kiryaran gelê herêmê bi xwe ev operasyon xwest. Lezgîniyek vê operasyonê hebû. Ev operasyon nebûya nedibû. Ji ber vê lezgîniyê bi lezgîn gelek civîn bi serokeşîrên herêmê re hatin kirin. HSD’ê hemû rastî lêkolîn kirin û piştî agahî, delîl û lêkolînan dest bi vê operasyonê kir.”

Gel lîstik û plana çeteyan zû ferq kir

Rûken Cemal destnîşan kir ku ev operasyon heta astekê gihişt armanca xwe û wiha berdewam kir: “Vê operasyonê plana dewleta tirk a dagirker û planên rejîma Sûriyeyê ku xwest carek din di navbera kurd û ereban de fitneyekê bide destpêkirin pûç kir.  HSD’ê bi lez tevî gelê herêmê û eşîrên herêmê dest bi operasyonê kir. Bi lez pêşiya vê planê girt.  Van koman piştî operasyon ferq kirin û dîtin ku dê lîstikên wan pûç bibe, van hêzên çete yên ku Tirkiye û Sûriye piştgirî dida wan yekser êrîş kirin. Hemû şaneyên xwe yên razayî hemû xistin nava tevgerê. Yekîneyên van 5 gundên sereke yên wekî Elba Şiêl, Diban yekser xistin nava tevgerê. Wekî ku li ser navê eşîran li dijî HSD’ê rabûne nîşan dan. Wekî ku eşîr ji operasyona HSD’ê bêzar e tev geriyan. Wekî ku hemû gelê Dêra Zorê li dijî HSD’ê ye tev geriyan. Bi taybetî bi rêya medya dijîtal xwestin hişekî dijber ava bikin.  Wekî ku hemû ereb û eşîr li pişta van komên çete ne raber kirin. Bi van hewldanên xwe gelek kiryarên xerab li Dêra Zorê kirin. Gel di demek kin de ev lîstok û plana wan ferq kir.”

Komên çete dest bi talankirin û wêrankirinê kirin

Cemal, daxuyand ku dema wan ji nêz ve operasyon şopand û li gelê herêmê guhdar kirin û wiha axivî: “Di roja 4-5’an de hinek dîmen ji nava operasyonê belav bûn. Van hêzên çekdar li hundir hemû kolan xera kiribûn. Her der şewitandibûn. Gund û bajarokên vê herêmê yekser talan kirin. Gelê herêmê bi xwe ev dîmen kişandin û parve kirin. Van hêzên çekdar û çete yekser dest bi talaniyê kirin. Hesin, motor, jeneretor û klîma dizîn. Gelê herêmê yekser ev rastiya wan ferq kirin. Dîtin ku armanca wan ne parastina eşîran û gelê herêmê ye. Tu armanca wan a parastina eşîran tune ye. Gelê herêmê ev ferq kir û piştgirîya wan qut kir. Hêzên HSD’ê jî bi hesasiyetek pir mezin ev operasyon pêş xist. Gelê herêmê jî alîkarî û piştgiriyek gelek mezin da HSD’ê. Di demek kin de bi hevkariya gel û QSD’ê rê li pêşiya vê lîstoka mezin hat girtin.”

Hêza me diparêze û nûnertiya me dike HSD’ê ye

Rojnamevan Cemal, bilêv kir ku gelê herêmê careke din got ‘Hêza ku li ser vê erdnîgariyê me diparêze û nûnertiya me dike HSD ye. Em naxwazin ev hêzên çete û çekdar bên herêma me. Me zilma DAIŞ’ê jî û zilma El Nusra jî dît. Me kiryarên Rejîma Baas jî dît.”û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê yekser xwe digîhandin HSD’ê ku werin wan ji vê rewşê rizgar bikin. Di demek kin de ev operasyon gihişt armanca xwe. Ev lîstik û plana mezin pûç bû. Ku HSD bi baldarî û zanebûn tev negeriya, van çeteyên ku xwe wekî zarokên eşîran bi nav dikirin, dê komkujiyek mezin bikirana. Ne tenê Dêra Zor, dê li hemû Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tabloyek bêtir xerabtir, bi talan, dagirkirin û bi xwîn derketa pêş. Dibû ku ked û berxwedana bi salan vala hatibûya derxistin. Ji  ber baldariya HSD’ê û piştgiriya gel ev lîstoka talankirin û wêrankirinê pûç derket.”

Rûken Cemal anî ziman ku ji Dêra Zorê bigire heta Tebqa, Reqqa, Minbiç, Tilkoçer, Hesekê, Qamişlo, hemû şeniyên herêmê yên kurd, suryan, ereb li vê operasyona xurtkirina ewlehiya herêmê xwedî derketin û wiha berdewam kir: “Hemû eşîrên mezin ên ereban li vê operasyonê xwedî derketin. Serokeşîran bang li hemû gelê kurd û ereb kirin ku li dijî van lîstokan baldar bin û neyên lîstokan. Careke din mil dan hev û herêma xwe ji van hêzan parastin.  Di nava 10 rojan de ev planên rejîma Baas û dewleta tirk vala derket. Bi rastî bedelên giranbiha hatin dayîn. Di nava HSD’ê de û di pêşengiya şervanên YPJ’ê jî bi taybetî  bi navê Ceşîl Sûar ku ji ciwanên Idlibê pêk dihat, bedel dan. Yekemîn şehîdê li Dêra zorê ciwanê ji Idlibê bû. Ji ber Idlib di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye, bi navê Ceşîl Suar hêzek ava kir û ev hêz di bin sîwana HSD’ê de xwe bi rêxistin dike. Ev hêz bi fedekariyek mezin bedelên giranbuha dan. Dîsa hêza ji ciwanên ereb ên Dêra Zorê pêk tên, nehatin van lîstokan. Hemûyan di eniya xwe de parastina xwe kirin. Destana berxwedaniyê careke din nivîsandin.

Dema em vê operasyonê bi giştî dinirxînin, di aliyê civakî, leşkerî de HSD di nava lîstok û planek mezin de ew qas hêz e. Dikare di her alî de van êrîş û lîstikan pûç bike.”

Gel careke din hêza xwe ya parastinê nas kir

Rojnamevan Rûken Cemal da zanîn ku dema ew di aliyê civakî de encamê wê binirxînin, civak careke din bêtir hişyar bû û ket ferqa lîstok û planên hêzên dagirker û wiha got: “Gel ket ferqê ku dema ev çete xelas nebe, dê talûke û şerekî mezintir li pêş wan be. Ji xwe li Minbicê heta îro jî êrîş didomin. Li Tiltemîr, li Eyn Îsa, li xeta Şehba êrîşên komên çete didomin. Dîsa êrîşên ezmanî yên balafirên bi çek ên li ser herêmê didomin. Bi qasî tê dîtin ev şer û operasyon ranawestin. Lê ya girîng gelê herêmê careke din hêza xwe ya parastinê nas kir.  Gel careke din dît ku çiqasî hevgirtî û rêxistinkirî bin dê ew qas karibin bi ser bikevin û lîstikan pûç bikin.”

Rûken Cemal destkeftiyên siyasî jî nirxand û wiha bi dawî kir: “Hêzên ragihandinê yên cîhanê ev operasyona HSD’ê ji nêzîk ve şopandin. Analîzên gelek xurt li ser nivîsandin. Careke din hat dîtin ku di aliyê siyasî de jî hêza HSD’ê, baldarî û hasasiyeta HSD’ê ya li dijî van lîstokan pir xurt e. Dît ku ji bo zerar negêje gelê herêmê pir bi baldarî tev geriya. Bi vê yekê di asta cîhanî de HSD cihekî pir bi wate girt. Bi hêz û lehengiya xwe careke din derket pêş. Cîhanê ji vê yekê re rêz girt. Gelê herêma Bakur û  Rojhilata Sûriyeyê de di asta parastin, civakî û siyasî de cihekî mezin di nava cîhanê de girt.”

Operasyon dê bidomlin

Rûken Cemal anî ziman ku ji ber lîstok didomin, dê operasyonên HSD’ê jî bidomin û wiha bi dawî kir: “Ji ber şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û çekdarên ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tên bicih kirin dixwazin planên xwe berdewam bikin. Dixwazin careke din tev li heviyê bikin. Dixwazin tola xwe hilînin. Ev operasyona HSD’ê ne ya dawî ye û ne ya destpêkê ye. Li kider cihê qederî hebe, HSD dê li wir di nava tevgerê de be. HSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev operasyon dê bidomin. Diyar kir ku li kuderê li dijî civakê û gel de talûke hebe ew ê li dijî wan gel biparêzin û hesab bipirsin. Li hemberî hemû lîstok û xerabiyan dê HSD bêdeng nemîne. “