spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê êrîşî Şamê kir, Kuştî û birîndar hene

Di rojekê de Îsraîlê 2 caran êrîşî herêmên hikumeta Şamê kir, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di encamê de kuştî û birîndar çêbûn

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), duh careke din Îsraîlê herêmên hikumeta Şamê hedef girtin û li gundewarên Hemayê ji ber hedefgirtina navenda lêkolînên zanistî li çiyayê gundê Teqsîs dengên teqînan hatin. Lê tu agahiyên li ser windahiyan bi dest neketin.

SOHR′ê diyar kir ku duh Îsraîlê gundewarên Tertûsê hedef girtin. Her wiha tankerên Hizbullah a Lubnanê di deriyên nerewa yên ser bi Lubnanê ve derbasî Sûriyeyê bûn û tanker gihaştin depoyên li baregeha parastina asîmanî ya li nêzî gundên Cemase-Dêr Hecer ên li Tertûsê ku Hizbullah ji bo komkirina çekdan bi kar tîne û vediguhêze Lubnanê. Îsraîlê ew depo jî hedef girtin.

SOHR′ê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê li dijî depoyên çekan ên Hizbullah de 3 leşker hatin kuştin; 2 ji Sûriyeyê ne û ya sêyemîn hîna ne diyar e.

Her wiha di êrişa Îsraîlê li dijî gundê Kirto de ku 10 kîlometreyan dûrî cihê hedefgirtina yekemîn e 8 leşkerên din jî birîndar bûn û ji wan 5 serbazên parastina asîmanî ne.

Ajanseke ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî da zanîn ku saet di 17:22′yan de Îsraîlê bi moşekan ji aliyê Deryaya Spî ve êrişî hin nuqteyên parastina asîmanî yên li Tertûsê kirin.

Heman çavkanî diyar kir ku di encama êrîşê de 2 leşkerî şehîd bûn, 6 birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Dûre saet di 22:40′an de careke din Îsraîlê bi fûzeyan ji aliyê bakurê Lubnanê ve êrîşî hin nuqteyên li derdora Hemayê kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.