3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê û MGKP’ê ji bo danişîna Gok û Orûç daxuyaniyek hevpar dan

DFG'ê û MGKP'ê têkildarî danişîna rojnamgerên girtî daxuyaniyek hevpar dan û gotin: Li vî welatî bi salan e êrîş, binçavkirin û girtin heye lê dîsa jî hevalên me li ber xwe didin. Heta dawiyê em ê li pey şopa heqîqetê bin"

Komeleya Dîcle û Firatê ya Rojnamegera (DFG) û Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê (MGKP) bi boneya danişîna Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok û Nûçegihanê MA’yê Mehmet Şah Orûç li ber deriyê Dadgeha Amedê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de parlementerên Partiya Çepên Kesk, Cengîz Candar, Serhat Eren, Meral Daniş û Parlementerê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û Hevserokê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek endamên sazî û dezgehên sivîl beşdar bûn.

Di destpêkê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û got: “Dema ku me li dosyayên her du hevalên xwe nihêrt ji xeynî karê rojnamegeriyê pêve tu tiştek tune bû. Em dikarin di vir de bibêjin bi tenê rojnamegerî tê darizandin. Herkes jî dizane ku hevalên me yên rojnemeger bê sûc in. Em vê nêzîkatiya li dijî rojnamegeran napejirînin. Em dibên bila hevalên me bên berdan. Cihê wan ne girtîgehe. Diviyabû ku ew niha wan li vir karê xwe bikirina. Dê rojnamegera nesekinin û dê karê xwe bidomînin. Sûc ê wan bi tenê çêkirina nûçeyan e. Ji ber ku heqîqetê derdixin rastê ew hatin girtin. Li vî welatî bi salan e êrîş, binçavkirin û girtin heye lê dîsa jî hevalên me li ber xwe didin. Heta dawiyê em ê li pey şopa heqîqetê bin”

Rojnamegerî ne sûc e

Berdevka MGKP’ê Roza Metîna jî diyar kir ku çapemeniya Azad li hember hemû zext û zordariyan bi salan e li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Rojnamegerî ne sûc e. Darizandina rojnamegeran li gorî Hiqûqa Navneteweyî sûc e. Ew tu carî li dijî îşkence û bêhiqûqiyan bê deng namînin. Em îro jî heman tiştî dijîn. Ji ber hevalên me li pey şopa heqîqetê ne ew tên girtin. Em li vir bang dikin dibêjin bila hevalên me demildest bêne berdan”

Heyfa Korkût ji Gok tê stendin

Piştre Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Candar bal kişand ser rojnamegeriya kurd ku bi salan li dijî hemû zextan rastiyê derdixe ber çav û wiha axivî: “Çapemeniya Azad li vî welatî di bin piyan de ye. Li hundir bi tenê rojnamegerek tê darizandin lê li vir tijî polîs kirine û helîkopteran di ser me re difirînin. Tirkiye bi vî halê xwe nikare di Yekitiya Ewropayê de gavekê jî biavêje. Heta ku van kiryaran bi dawî nebin dê tu carî demokrasî neyê Tirkiyeyê. Herkes jî dizane ku heyfa Kemal Korkût ji Abdurahman Gok tê stendin. Bi tenê daxwaza me azadiya wan e.”

Dê heqîqet bidome

Di dawiyê de Parlementerê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî wiha got: “Li vê erdnîgariyê zarok û xwişk û birayên Mûsa Anter tu carî ji rastiyê nezivirîne. Ger ku ne ji rojnamegeran bûna dê bûyera Roboskî, Ceylan Unkol û gelek bûyerên ku tên kirin derneketina holê. Di heman demê de bûyera Ûgûr Kaymazê ku bi 12’e guleyan hat kuştin dernediket holê. Bê bedel jî nabe, bedel çi be em ê bi hev re bidin û em ê bi hev re jî bidomînin. Di dawiya bedelan de jî dê xweşî hebe. “AMED