17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çekdarên PDK’ê êrîş birin ser çeperên gerîla

Çekdarên PDK’ê yên doh bi 200 wesayîtên zirxî derbasî Sîdekanê bûbûn vê sibehê êrîş birin ser çeperên gerîla. Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşê û aloziya li qadê hîn jî dewam dike

Li gorî nûçeyeke ajansa ANF’ê çekdarên PDK’ê doh êvarê tevî 200 wesayîtên ku tê de gelek alavên zirxî û cebilxane, her wiha tank û panzer hebûn, derbasî navçeya Sîdekanê ya herêma Biradost bûn.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku vê sibehê saet derdora 04:30’an beşek ji van çekdaran li Gewriya Zînê ya qada Goşînê êrîş birin çeperên gerîlayên azadiyê yên Kurdistan.

Hêzên gerîla jî bersiv dan êrîşê û şer qewimî

Heman çavkaniyan ragihandin ku hîn alozî û gengeşe li qadê didome.