3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Tirbespiyê ji bo azadiyê meşiyan

Gel, li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist

Şêniyên Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dar xist.

Meş ji pêş avahiya Kongra Star dest pê kir. Di meşê de şêniyên Tirbespiyê, bajarok, gundên wê, endamên ciwanên şoreşger û jinên ciwan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Welatiyan di meşê de pankartên “Em ê bi rihê serketina Dêrazorê tecrîdê bişikînin” û “Di cenga azadiyê de bi ser kevin” û wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hildan.

Meş li sûka navendî ya Tirbespiyê dest pê kir û beşdaran dirûşmên silavkirina berxwedana Ocalan berz kirin.

Piştî welatî gihaştin ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li rojavayê Tirbespiyê veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tirbespiyê Kînda Kenan siyasetên tecrîdê û êşkenceyê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Kînda diyar kir ku dewleta tirk bi rêya girankirina tecrîdê hewl dide fikrên Ocalan ji gelên pê bawer qut û dûr bixe.

Kînda herî dawî da zanîn ku ew ê bi rêxistinkirina civakê, ciwan û jinên ciwan li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî tê bikoşin û fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêya azadiya gelên bindest ronî bikin.”